Kongreya Star bangawaziya parastina mafê jin û zarokên li Efrînê kir 2020-05-19 12:19:32   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê kiryar û êrîşên dewleta tirk şermezar kir.   Piştî êrîşên li ser herêma Efrînê yên ji aliyê dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê ve her roj êrîş, kuştin, tecawiz, dizî û talan li Efrînê dewam dike. Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê li  kampa Serdem a Kantona Şehbayê kiryar û êrîşên dewleta tirk şermezar kir. Di daxuyaniyê de sazî û dezgehên girêdayî Rêxistina Kongreya Star amade bûn. Her wiha alên Kongreya Star hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star a Efrînê Hêvî Silêman ve hate xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wek Kongreya Star a herêma Efrînê êrîş û kiryarên dewleta tirk ên li hember gelê me yê li Efrînê mane bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê her roj li Efrînê gel bi darê zorê koçber dikin û guhertina demografîk pêk tînin. Her wiha bi hemû şêwazên li dijî mirovahiyê derheqê zarok û jinan de pêk tînin. Armanca dewleta tirk a dagirker şikandina vîna jina berxwedêr ya ku li dijî hemû cureyên zilim û zordariya dagirkeriyê têdikoşe ye. Ev hemû êrîş jî dibe sedema zewaca di temenê biçûk de, loma metirsiya malbatan ji revandin, êşkence û kuştinê heye.    Em weke Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê banga hemû rêxistin, saziyên mirovî û bi taybet Rêxistina mafê jinê li gorî biryara netewa yekbûyî dikin ku van kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê bidin rawestandin û parastina jin û zarokan ji tundiyê bikin. Her wiha bangawaziya me ji rêxistinên mafê zarokan re jî heye ku lêpirsînan di derheqê rewşa zarok û rewşa jinên ciwan yên di herêma Efrînê de bikin, ji ber li herêma Efrînê pîvanên exlaqî yên mirovî tê binpêkirin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.