Kampanya Xwişk û Bira di navbera gelan de pirê ava dike 2020-05-19 09:14:00   Safiye Alagaş   STENBOL - Kampanya Malbatên Xwişk û Bira a HDP’ê, li Stenbolê Ayşen û Harbiyeyê anî cem hev û piştevaniya di navbera gelan de bi kamyanyayê pêş xist.    Kampanyaya ‘Malbatên Xwişk û Bira’ ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrûsê de bi armanca piştgiriya malbatên rewşa wan nebaş da destpêkirin didome. Kampanya di 5’ê Nîsanê de hatibû destpêkirin û her diçe mezin dibe.   Ayşen Hamîdogullari ya ji Luleburgaz a Kirklarerlî ye, di pêvajoya vîrûsê de ji ser şaredariyan hewl dide xwe bigihîne malbatên hewcedar û piştî kampanya HDP’ê dixwaze malbatek xwişk û bira bibîne. Ayşen xwe digihîne rêxistina HDP’a Stenbolê û li ser vê xwe digihîne Harbiye Soylu ya ji Amedê. Ayşen û Harbiye dibin xwişk. Ayşen Tirkî û Harbiye jî Kurdî nizane.   ‘Min xwest ez jî tiştekî bikim’   Ayşenê der barê kampanyayê de wiha got: “Welat di krîza aborî de ye. Bi vîrûsê re rewş girantir bû. Betalî zêde bû. Beşek mezin a karkeran ji kar hatin avêtin. Min jî xwest ez ez tiştekî bikim. Min ewil xwest ez tevlî kampanya çend şaredariyan bibim. Piştre min di parvekirinên Ayhan Bîlgen de parvekirinên kampanyayê dîtin. Min hewl da ez xwe bigihînim wan. Piştre min xwe gîhand HDP’a Stenbolê.”   ‘HDP’ê riya piştevaniyê vekir’   Ayşenê bi lêv kir ku xwestiye bi kesên hewcedar re bikeve piştevaniyê lê rê û rêbaz nedîtiye û wiha pê de çû: “HDP’ê riya vê vekir. Kampanya wan gelek xweş e. Ez jî hilbijêra HDP’ê me. Ez bi HDP’ê bawer dikim. Li gorî min partiyek raste. Dibe ku kampanya dirêj berdewam bike. Hêviya min jî eve ku wisa bidome. Bila bi vîrûsê sînor nemîne.”   ‘Ez dixwazim bi her alî ligel malbatê bim’   Ayşenê destnîşan kir ku di pêvajoya vîrûsê de yên herî zehmet kişandine jin in û wiha dawî lê anî: “Ji ber vê jî dema bi jinan re piştevanî çêdibe ez kêfxweş û rehet im. Em niha bi telefonê diaxivin. Ger malbat bixwaze ez dixwazim wan nas bikim. Ez dixwazim bi her alî ligel wan bim. Harbiye Tirkî kêm dizane. Ji ber wê em hev baş fêm nakin. Em bi ser zarokan re dikevin diyalogê. Divê çanda piştevaniyê bê pêşxistin. Hemû kesên xwedî derfet divê piştgiriyê bidin malbatên hewcedar.”   Piştî vîrûsê betal man   Harbiye Soylu jî 6 zarokên wê hene û hevjînê wê 3 sal in girtiye. Kurê wê yê 16 salî beriya vîrûsê hem dixebite û hem jî diçe dibistanê. Harbiye jî karên tesktîlê yên dianîn mala wê dikir. Lê piştî vîrusê kar jî nayê dayîn. Kurê wê jî betal dimîne. Hewcedariya xwe ji HDP’ê re radigihîne. Piştre Ayşen li HDP’ê digere û wisa têkiliya wan tê danîn.   ‘Ger piştevanî tunebûna ez ê perîşan bibûm’   Harbiyeyê der barê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û da zanîn ku di pêvajoya vîrûsê de xizmên wê piştgirî danê û got: “Ev malbata xwişk û bira ji bo me gelek baş bû. Ger ev piştevanî tunebûna meyê çi bikira. Em ê perîşan bibûna. Bêguman dîsa pirsgirêkên me hene. kêmasî hene. Lê ji bo min ya girîn eve ku zarokên min birçî nemînin. Em fatureyê didin, kirê didin.”   Harbiyeyê ji bo têkiliya bi Ayşenê re danîne jî got ‘ew kêm hev fêm dikin’ û wê jî xwest ku piştî vîrusê bi Ayşenê re bên cem hev û hev nas bikin.