Nerazîbûnên li dijî qeyûman: Ew nikarin vîna me xesp bikin 2020-05-19 09:07:00   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Hevşaredarên navçeyên Hezex, Cizîr û Silopiyê bertek nîşanê tayînkirina qeyûman dan û gotin tayîn kirina qeyûman darbeye û ev tiş anîn ziman: “Ew nikarin vîna me xesp bikin. Bi tayînkirina qeyûman destkeftî û keda jinê tê talankirin."    Di pêvajoya vîrûsa koronayê de jî li ser biryarnameya Wezareta Karên Nevxweyî di 15'ê Gulanê de qeyûm tayînî 5 şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin kirin. Hevşaredarên şaredariyên Îdir, Sêrt, navçeyên Sêrtê Misirce û Hawêl û Bajarokê Vartînîsa Mûşê hatin binçavkirin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin. Hevşaredarên navçeyên Hezex, Cizîr û Silopiyê ya Şirnexê bertek nîşanê tayînkirina qeyûman dan û gotin ew ê nikaribin vîna wan xesp bikin.   Hevşaredara Hezexê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songûl Erden, got ku di hilbijartinên herêmî ya 31’ê Adarê de gel vîna xwe nîşan da û HDP bi ser ket. Songûl, got qeyûm tên tayîn kirin ne li gor qanûnê pêk tên û ev tişt got: “Îktîdarê qeyûm avêt ser hemû şaredariyên me û bi tenê 12 şaredariyên me man. Ev bê hiqûqiye. Îktîdar bi tayîn kirina van qeyûman dibêje ‘ez gelê kurd û HDP’ê nas nakim. Ez nahêlim hûn di vî welatê de bijîn.’ Li dijî van êrîşan divê em hemû destên xwe bidin hevdû û li dijî dagirkeriyê derbikevin. Em bi hev re bêjin êdî bese. Qeyûm avêtin ser 5 şaredariyên me û em vî qebûl nakin. Êrîşên îktîdara dagirker ji salên 90’î vir de berdewam dike. Niha ev êrîş zêdetir bûne û ev dem ji salên 90’î xiraptire. Îktîdar dixwaze çand, ziman û nasnameya kurd an bigûherîne. Lê belê dê kurd tu carî nasname û zimanê xwe nagûherîne.”   ‘Ev êrîş li dijî jinan jî tê kirin’   Songûl, got tayînkirina qeyûman her wiha li dijî pergala hevserokatiyê ye jî û wiha anî ziman: “Ev êrîş li dijî jinan jî tê kirin û jinê nas nakin. Divê em berxwe bidin û daxwaza gelê xwe bi cih bînin. Em xwedî vîna xwe derbikevin. Di sala 2016’an îktîdarê dîsa qeyûm tayînê hemû şaredariyên me kiribû. Lê belê gelê me di hilbijartinê de bersiva xesp kirina vîna xwe dan. Dîsa di 31’ê Adarê de hem vîna gel û hem jî HDP bi ser ket. Tayîn kirina qeyûman darbeye. Em ê dîsa bersivekî xûrt bidin qeyûman. Heta em nebin yek em ê herin yek bi yek.”     ‘Em ê îktîdara AKP’ê hilweşînin’   Hevşaredara Cizîrê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu jî bertek nîşanê tayîn kirina qeyûman da û got: “Çi dikin bila bikin nikarin vîna gel bidin sekinandin. Tayîn kirina qeyûman tê wateya bêçaretiya AKP’ê. AKP di siyaset û sekna xwe de îflas kiriye. Ji ber wê jî tayîn kirina qeyûman ne serkeftine. Tayîn kirina qeyûman bê ehlaqiye û em vî şermezar dikin. Bila bêçaretiya xwe li ser gel wek tundiyê nede meşandin. Ger ku îktîdar dixwaze xwestekên gel bi cih bîne bila siyasetek bi ehlaqî bide meşandin. Bi salane li dijî vîna gel êrîş tên kirin û îro heman êrîş tên kirin. Îktîdar li ser vîna gel û vîna jinê de tê. Tayîn kirina qeyûman tê wateya talan kirina keda jinê. Di civakê de herî zêde tengasiyê dikişînin jinin. Em ê li dijî tayîn kirina qeyûman li ber xwe bidin. Em wek jinên kurd bi berxwedana xwe îktîdara AKP’ê hilweşînin.”   ‘Dixwazin vîna Gelê Kurd tune bikin’   Bêrîvan, bang gel kir ku xwedî vîna xwe derbikeve û wiha pêl da axaftina xwe: “Bi salane em kurd li dijî îktîdarê li ber xwe didin. Dixwazin vîna gelê kurd tune bikin. Dixwazin gelê kurd di dîrokê de bihelînin û tune bikin. Lê divê gelê kurd li dijî vî berxwedanekî bêhempa bide. Dixwazin me bêrûmet bihêlin.”    'Bi tayînkirina qeyûman gel tê cezakirin'    Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan da zanîn ku tayîn kirina qeyûman darbeye û wiha pê de çû: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de gel vîna xwe diyar kir. Beriya hilbijartinê jî hemû dosyeyên hevşaredaran ji aliyê YSK’ê ve tê lêkolîn kirin. Piştî ku gel vîna xwe diyar dike îktîdar nikare şaredariyan bi cih bixe û qeyûman tayîn dike. Ev saleke şaredariyên me ji gelê xwe re xizmeteke şeffaf û zelal dike. Di vî nexweşiya koronayê de şûna ku xizmet pêwîste îktîdar qeyûm tayînê şaredariyan dike. Ev darbe kûrtir bûye. Bi tayîn kirina qeyûman dixwazin şaredariyê û gel ji hevdû dûr bixin. Bi tayîn kirina qeyûman gel tê ceza kirin.”   ‘Xwedî vîna xwe derbikevin’   Adalet, dawiya axaftina xwe de got divê gel li dijî hemû êrîşan derbikeve û xwedî vîna xwe derbikeve û wiha got: “Li kolan, kûçe, tax û malan de dengê xwe bilind bikin. Xwedî vîna xwe derbikevin.”