Nerazîbûnên li dijî tayînkirina qeyûman mezin dibin 2020-05-18 14:07:23   ŞIRNEX - HDP’ê li navçeya Cizîrê, li dijî qeyûmên ku tayînê 5 şaredariyên HDP’ê hatin kirin daxuyanî da. Di daxûyaniyê peyama li dijî zext û zordariyan dê berxwedan û têkoşîna xwe mezin bikin hat dayîn.   Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), li dijî qeyûmên ku tayînê 5 şaredariyên HDP’ê hatin kirin îro jî li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Cizîr a Şirnexê daxûyanî  da. Derdora avahiya HDP’ê ku ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin, pankarta “Qeyûm darbeya rejîmê ye” hat vekirin. Parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş, hevşaredar û rêvebirên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxûyaniyê bû.   Di daxûyaniyê de Hasan Ozgûneş ê HDP’yî tayînkirina qeyûman şermezar kir û got ku qeyûm darbe ye. Hasan, anî ziman ku îktîdara AKP-MHP’ê û hevkarên wan faşîzmê li ser Tirkiyê dimeşînin û wiha got: “Kesên ku keda jinê, azadî, wekhevî û demokrasiyê dixwazin li ser wan bê hiqûqî û faşîzmê dimeşînin. Kî bîatê ji wan nake dibêjin hûn dijmin in. Ev desteserkirina vîna gelan e. Tayînkirina qeyûman nenaskirina vîna jinê ye. Pêşeroj ya me ye û heta dawiyê em ê bîat nekin û em serê xwe natewînin. Em ê dîsa şaredariyên xwe ji wan bistînin.”   ‘Zext û zordariyên wan zêdetir hêzê dide me kurdan’   Piştre Hevşaredarê Cizîrê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Mehmet Zirig axivî. Mehmet, bi lêv kir ku di van şert û mercên nexweşiyê de rêvebira faşîzan a AKP-MHP'ê careke din dijminatiya xwe ya li dijî kurdan û muhalîfan daye nîşandan. Mehmet, wiha domand: “Bi dîmenên dagirkeriyê qeyûm avêtin ser şaredariyên me, alên xwe daliqandin û marş dan xwendin. Ev dijminatiya li dijî kurdan careke din derket holê. Faşîzma AKP û MHP’ê ku li ser sindoqan qezenc nekir û bi dagirkeriyê û bi awayek bêhiqûqî vîna gel xesp kirin. Em ê bi têkoşîna xwe ya mezin li djî wan derbikevin. Zext û zordariyên wan zêdetir hêzê dide me kurdan. Em  ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Daxûyanî bi çepikan bi dawî bû.