'Jêdera hêz û hebûna şoreşa me şehîdên me ne' 2020-05-18 09:14:46   Sara Şêx Hesen   HELEB - Bi boneya 18'ê Gulanê roja şehîdan dayikên şehîdan ên taxa Şex Meqsûdê axivîn û gotin: "Şehîdên me nirxên me yên herî pîroz in, xwedîderketina li şehîdan xwedîderketina li welatekî azad e."   Di dîroka kurdan de meha gulanê weke meha şehîdan û 18'ê gulanê jî weke roja şehîdan hatiye îlankirin. Di 18'ê Gulanê de kadroyên pêşeng ên tevgera azadiya kurd wek Heqî Karer û Xelîl Çavgun jiyana xwe ji dest dabûn. Bi vê boneyê dayikên şehîdan ên Şêx Meqsûdê nêrîna xwe parve kirin.    'Şehîdên me nirxên me yên pîroz in'   Xwîşka sê şehîdan, Ayten Reşo berxwedêrên tevgera azadiyê bi bîr anî û wiha pê de çû: "Em her sal bi boneya vê rojê hemû şehîdên xwe bi bîr tînin. Em bi şehîdên xwe re gelek girêdayî ne, yên ku aramî û aştiyê di nava me de daye avakirin bi saya xwîna pîroz a şehîdan e. Jêdera hêz û hebûna şoreşa me şehîdên me ne, bi ked û xwîna şehîdan ên ku hatiye dayîn em li hemû deverên jiyanê bi nav û deng bûn û bû sedema ku hemû netew û welatên dîtir pê bandor bibin û tevlî tevgera şoreşa me bibin.  Kurdên ku dibêjin em welatparêz in divê destê xwe deyne li se wîcdanê xwe û rêka van şehîdan berdewam bikin da ku em xeyalên wan ji bo welatekî azad mîsoger bikin. Em wek malbatên şehîdan em ê her li ser rêka şehîdên xwe bimeşin."   'Şehîdên me di dilê me de hatine sipartin'   Dayika şehîd Alan, Remziyê Salêh pakrewanên azadiyê bi bîr anî û wiha axaftina xwe dewam kir: "Tu gotin nikare şehîdên me pênase bike. Em dikarin bi karê xwe xeyalên hemû şehîdan ji bo welatekî azad pêk bînin. Îro dewleta dagirker a faşîst ji gorên zarokên me jî ditirsin û gelek bajêrên Bakurê Kurdistanê gorên wan xera dikin. Şehîdên me nirxên me yên pîroz in tu kes nikare keda wan tune bike. Şehîdên me di dilê me de hatine sipartin."