Gumanbarê tacîzê Ercan Uysaler hîna nehatiye girtin 2020-05-18 09:12:00   MÊRDÎN - Polîsê berê Ercan Uysaler yê di dema qeyûm de di Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de di KENT A.Ş de wek midûr dixebitî, fuhuş li xebatkarek jin ferz kiribû. Tevî li Ercan Uysaler 11 sal û 3 meh ceza hat birîn jî hîna nehatiye girtin.   Ji bo şaredariya DBP’ê ya dema berê ya Mêrdînê Walî Mustafa Yaman wek qeyûm hatibû tayînkirin. Qeyûm, wê demê polîs bi navê Ercan Uysaler kir midûrê Kent A.Ş. Derketibû holê ku Ercan Uysaler li xebatkarek jin fuhuş ferz kiriye û tacîz kiriye. Der barê wî de li 1’emîn Dadgeha Cezaya Asliyê ya Mêrdînê doz hat vekirin û Ercan tevlî tu runiştinê nebû. Tevî ku biryara bi zor divê bê runiştinê jî tevlî runiştinan nebû.   Di 9’ê Çileyê 2020’an de di runiştina hat dîtin de 11 sal û 3 meh ceza li  Ercan Uysaler hat birîn. Tevî ceza hatiye birîn jî 5 mehe sûcdar nehatiye girtin.   ‘Bila demildest bê girtin’   Platfroma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê bertek nîşanê negirtina Ercan Uysaler da û da diyar kir ku ev bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Her wiha platformê daxuyakirin ku hîna ku gumanbar zirar nedaye jineke din divê demildest bê girtin.