'Pêwîst e cotkar keda xwe biparêzin' 2020-05-18 09:10:00   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Derbarê mijara zeviyan de, Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Zeyneb Eyo anî ziman ku divê cotkar li zeviyên xwe xwedî derkevin da ku şewatên mîna sala borî pêk neyê û wiha got:"Pêwîst e cotkar du xetan li derdora zeviyên xwe çêbikin, da ku eger agirekî xwezayî derket negihêje zeviyê wê/î. Divê ku cotkar nobeta keda xwe  bigirin û wê biparêzin. Pêwîst e komîn jî di saetên êvarî de karê nobedariya zeviyan baş bike da ku ji şewata ku derkeve haydar bin."    Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Zeyneb Eyo têkildarî amadekariyên ji bo derketina şewata zeviyan axivî. Zeynebê got:"Ji bo parastina keda xwe divê em hişyar bin."   'Di 2019'an de 7 hezar donim şewitîn û 4 endam birîndar bûn'    Zeynebê şewata sala borî û zirarên ku gihiştin endamê wan ê tîmên agirkujê wiha anî ziman: "Zêdetirî 7 hezar donim ji erdê şêniyên navçeya Til Temir û gundewarên wê ji ber şewata ku sala borî derketibû, şewitîn. 3 endamên tîmên agirkujê ji ber şewatê birîndar bûn û yek jî destê wî şikest."   'Îsal 3 noqteyên tîmên Agirkujê hatin diyarkirin û 6 endamên wê jî perwerde dîtine'   Zeynebê derbarê amadekariyên îsal de jî ev yek got: "Îsal ji sala borî zêdetir em bi tedbîr in, em bi tîma agirkujê ya Kantona Hesekê di nava koordîneyekê de ne. Me sê noqteyên tîmên agirkujê diyar kiriye û ew jî  li gundê Til Hurmiz ê li ser rêya Başûr di navbera Til Temir û Hesekê, li  gundê Til Bênder û li gundê Xera yê girêdayî Çiyayê Kizwana ne. Her wiha du ajokarên agirkujê û çar endamên wê çûn perwerdeyeke 7 rojan, perwerdeya wan jî derbarê rê û rêbazên derketin,vemirandin û tevgera dema şewata ku derkeve de bû. Ji bo navçeyaTil Temirê jî yek Agirkuj û 5 depoyên avê amade ne."   'Li peyî şewata zeviyên 2019'an siyasetek hebû'    Zeynebê destnîşan kir ku şewata zeviyên 2019'an yek ji siyaseta dijminê li dijî gelê herêmê bû û wiha domand: "Pir giran bû dema ku xewna cotkaran di nava kêliyan de bû xwelî, lê şewat ne xwezayî bû û ew yek ji siyaseta dijminê li dijî gelê herêmê bû, xwestin bi vê yekê darbeyekê li aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixin, lê bi ser neketin û cotkar jî ji vê yekê hişyar bûn. Ji bo parastina keda xwe divê em hişyar bin."   'Pêwîst e cotkar keda xwe ya salekê biparêzin û nobeta wê bigirin'   Zeynebê bang li cotkaran kir ku nobeta zeviyên xwe bigirin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Pêwîst e cotkar du xetan li derdora zeviyên xwe çêbikin, da ku eger agirekî xwezayî derket negihêje zeviyê wê/î. Divê ku cotkar keda xwe ya ev salek bendewarê wê ye nobeta wê bigirin û wê biparêzin. Pêwîst e komîn jî di saetên êvarî de nobedarê zeviyan derxînin da ku ji şewata ku derkeve hişyar bin."