Bi boneya roja pakrewanan li Heleb û Şehbayê find hatin pêxistin 2020-05-18 08:25:16   HELEB/ŞEHBA-Bi boneya roja pakrewanan li Şehba û Helebê find hatin vêxistin.   Her sal bi boneya 18'ê Gulanê Roja Pakrewanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê malbatên şehîdan diçin goristanên pakrewanan find vêdixînin û dar diçînin. Bi wesileya vê rojê li bajarê Heleb û Şehbayê li goristana pakrewanan find hat vêxistin û dar hatin çandin.   Li Helebê ji bo roja pakrewanan find hatin pêxistin   Bi boneya 18'ê Gulanê Roja Pakrewanan, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li gundê Pinû ya bajarê Helebê li goristana şehîdan find pêxistin. Her wiha di bîranînê de bi dehan malbatên şehîdan amade bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê malbatên şehîdan çûn ser gorên şehîdan û find pêxistin.   Li Şehbayê li goristana şehîdan dar hat çandin   Bi boneya 18'ê Gulanê Roja Şehîdan Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê li goristana şehîdan dar çandin û find pêxistin. Di bîranînê de bi dehan malbatên şehîdan û endamên saziya malbatên şehîdan amade bûn. Paşê li navçeya Fafînê ya Şehbayê li goristana şehîdan dar hatin çandin û find hat pêxistin. Her wiha li goristana şehîdên Berxwedan û Serdemê, find hat pêxistin.                     Mesaj yazın