‘Tayînkirina qeyûman darbe ye’ 2020-05-17 14:11:53   ŞIRNEX - HDP’ê li navçeya Hezexê, li dijî qeyûmên ku tayînê 5 şaredariyên HDP’ê hatin kirin daxuyanî da. Di daxûyaniyê de Hasan Ozgûneş ê HDP’yî bertek nîşanê qeyûmênan da û got tayînkirina qeyûman darbe ye.   Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), li dijî qeyûmên ku tayînê 5 şaredariyên HDP’ê hatin kirin li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Hezex a Şirnexê daxûyanî  da. Parlamenterên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş, Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Sûleyman Şavlûk, Hevşaredara Cizîrê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, Hevşaredarên Hezexê ku şûna wan qeyûm hat tayînkirin Songûl Erden û Mûrat Şen, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyê tevlî daxûyaniyê bûn.   Daxûyaniya ku li navçeya Hezexê hat dayîn, polîsan bi hinceta nexweşiya vîrûsa koronayê xwest asteng bike. Girseya ku astengî nas nekir û daxûyaniya xwe da. Di daxuyaniyê de Parlamenterê Şirnexê Hasan Ozgûneş axivî û got di vê pêvajoya ku nexweşî belav bûye îktîdar qeyûm tayînê şaredariyan dike. Hasan, bi lêv kir ku qeyûmên tayînê şaredariyên HDP’ê tên kirin darbe ye û wiha pêl da axaftina xwe: “Îro AKP-MHP dest dane hevdû û li Tirkiyeyê rejîmek bêhiqûqî didin meşandin. Ev faşîzma hanê tu carî nayê qebûlkirin. Bandora ku li ser civakê tê kirin gelek dijwar e û tu mafê mirovan nemaye. Hiqûq, edalet, wijdan û ehlaq nemaye. Di her aliyê de meşrûtiyeta xwe winda kirine. Di qada navneteweyî de tu meşrûtiyeta wan nemaye. Li gor makezagonan tu qanûn nehiştîne. Ev qeyûm darbe û faşîzm e. Gelek hevalên me bêhiqûqî ji peywirê hatin dûrxistin.”   ‘Em ê heta dawiyê li berxwe bidin’   Hasan, diyar kir ku ji bo azadî, demokrasî, wekhevî, mafê jinê û vîna gel dê têkoşîna wan berdewam bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zilm, faşîzm û bêhiqûqiya we nikare pêşiya me bigire. Em ê heta dawiyê berxwe bidin û serî natewînin.”   Daxûyanî  bi çepikan bi dawî bû.