Ji ber topbarana li ser Şehbayê agir bi zeviyên genim ket 2020-05-17 14:05:40   EFRÎN - Topbarana artêşa tirk û komên girêdayî wê li ser herêma Şêrawa ya kantona Efrînê berdewam dike.   Topbarana artêşa tirk û komên girêdayî wê li ser herêma Şêrawa ya kantona Efrînê berdewam dike. Di encama berdewama topbaranê de, agir bi zeviyên genim ên gundên navçeya Şêrawa ketiye. Gundên ku rastî topbaranê tên ev in navçeya şera gundê Malîkiyê, Meranaz, Kelê Şêwarxa, Îrşadiyê, Tat Maraş û yên  navçeya Şêrewa  jî gundê Aqîbê, soxanekê, Bênê, Xirabikê, keş tar û Dêr Cimêl.    Gel hewil da ku agir vemirîne   Di encama toparanan de malên sivîlan bûn armanc û piraniya malan hatin rûxandin. Her wiha  agir bi daristana gundê Soxanekê ya navçeya Şêrewa û zeviyên  wê yê genim ket. Têkildarî bûyerê Meclîsa navçeya Şêrewa, Komîn, şaredariya gel bi derfetên herî kêm hewil didin ku agir vemirînin.   Hat diyarkirin ku agir her ku diçe zêde dibe.