'Li dijî zilmê divê em bibin yek' 2020-05-17 09:18:33   WAN - Parlamenter û hevşaredarên HDP'ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û gotin: "Tayînkirina qeyûman tê wateya zilma li hemberî Gelê Kurd û gelên ku li Tirkiyeyê dijîn. Li dijî zilmê divê em bibin yek û bi hev re têbikoşin."    Pêla binçavkirinan hevşaredaran û tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de jî dewam kir. Li ser daxwaza Wezareta Karê Hundir bi hênceta derbarê hevşaredaran de lêpirsîn hatine destpêkirin di 23’yê Adara 2020’an de hevşaredarên Êlih, navçeyên Farqîn, Erxenî, Licê û Gêlê yên Amedê, navçeya Norşîna Bedlîsê, bajarokê Halfelî ya girêdayî Îdirê û bajarokê Ciwanîka girêdayî Sêrtê ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. Hevşaredarên Êlih, Farqîn, Licê, Erxenî, Gêl, Halfelî hatin binçavkirin. Hemû hevşaredar hatin berdan lê Hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkûl hatibû girtin.   Ligel vîrûsa koronayê jî li ser biryarnameya Wezareta Karên Nevxweyî di 15'ê Gulanê de qeyûm tayînî 5 şaredariyên HDP’ê hatin kirin. Hevşaredarên şaredariyên Îdir, Sêrt, navçeyên Sêrtê Misirc û Hawêl û Bajarokê Vartînîsa Mûşê hatin binçavkirin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin.    Serdema beriya niha 102 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hebûn û qeyûm tayînî 96 şaredariya hatibû kirin. HDP di hilbijartina 2019’an de 3 şaredariyên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarokan bi dest xist û bi giştî 65 şaredariyan qezenc kir. Bi tayînkirina qeyûmên îro re jî hejmara desteserkirina şaredariyên HDP’ê derket 45’an. Niha tenê 12 şaredarî di destê HDP'ê de mane. Jinên HDP'yî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da.    'Îqtîdar ji hêla gel ve nayê xwestin'    Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun, diyar kir ku îqtîdara ku ji hêla gel vê nayê xwestin li hemberî me rawestiyaye û got: "AKP li hemberî Kurdan êrîşên xwe didomîne û dixwaze li ser vê yekî hêza xwe xurt bike. Bi tayînkirina qeyûman re peyama 'kurd nikarin xwe bi rêvebibin' dide. Lê divê bê zanîn ku em li her derê ne û em ê xwe di hilbijartin, rêveberiyên herêmî û qadan nîşan bidin."    'Em bêdeng nabin'   Şevîn, destnîşan kir ku dê bersiva herî girîng a li hemberî qeyûm û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê xurtkirina xebata ne wiha dom kir: "Şaredariyên ku li dijî vîrûsû dixebitin hatin astengkirin. Yek jî wan şaredariya Êlihê bû. Xestpkirina vîna gel û şîdeta li hemberî gel tu carî tesadûfî nine. Lê divê raya giştî bêdeng nebe û bi hev re dengê xwe bilind bike. Hikûmeta hemû muxalîfên Tirkiyeyê hedef girtiye û êrîşê li wan dike. Em tu carî bêdeng nabin."   'Êrîşê vîna gel dikin'   Parlamentera Wanê Muazzez Orhan diyar kir ku hikûmet piştî 15'ê Tîrmehê sala 2016’an heta îro xwe wekî mexdûrê derbayê nîşan dide û wiha dom kir: "Demek xwe mexdûr nîşanda û 5 sal in jî bi xestp kirina şaredariyên HDP'ê xwe li ser piyan dihele. Tayîn kirina qeyûman tê wateya darbeyê. Li hemberî vîna gel êrîşek pêk anîn."    'Têkoşîn dê her tim bidome'   Muazzez, di axaftina xwe de balkişan destkeftinên jinan û got: "Bi saya têkoşîna jinan pergala hevserokatiyê hat bidestxistin û îro jî pergal hedef tê girtin. Ji ber ku jin li dijî yekparêzî, koletî û kedxwariyê têkoşîna xwe didomîne û pergal jî êrîşê têkoşîn û destkeftiyên jinan dike. Lê em tu carî li hemberî zext û zordariyê serî natewînin û em ê têkoşîna xwe li her qadê bidomînin."    'Em ê teqez bi ser kevin'   Hevşaredara Seravê ya Wanê Caziye Duman a ku şûna vê qeyûm hatibû tayînkirin, da zanîn ku ligel xetereya vîrûsê jî dîsa polîtîkayên dijminatiyê li hemberî Kurdan tê meşandin. Caziye, wiha bi lêv kir: "Em tuca rî bê çare nebûn û em her tim têkoşer bûn. Em ê li dijî zilmê bêtir têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê teqez bi ser kevin."    'Em ê rêxistinbûna xwe mezin bikin'   Leyla Balkan hevşaredara Begiriya Wanê ye û li şûna wê qeyûm hat tayînkirin. Leylayê jî di axaftina xwe de tayînkirina qeyûman şermezar kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Niha kesên HDP'îne tên sûcdarkirin. Ev tişt bi hilbijartina herêmî derket holê. Em li hemberî zext û zordariyê tu carî dev jî azadî û demokrasiyê bernadin. Berevajî wê yekê em ê her tim li dijî zilmê rêxistinbûna xwe mezin bikin."