Dayika girtiyan: Ez dixwazim zarokên xwe bibînim 2020-05-17 09:11:09   WAN - Xezal Şadal ya ku nexweşa dile û keç û kurekî wê girtiye sê sale ew nedîtine. Xezalê diyar kir ku divê ji bo girtiyên siyasî jî efû derkeve û got: “Ez dixwazim zarokên xwe bibînim.”   Ji ber vîrusê li Tirkiyeyê 4 hezar kesî jiyana xwe ji dest da û hejmara testê pozîtîf jî derket 145 hezarî. Li aliyê din jî daxuyaniyên pêvajoya ‘normal’ hatin dayîn. Zanistan diyar kirin ku dibe ku pêla duyemîn bê û tedbîr bên girtin. Yek ji cihên herî bi rîsk jî girtîgehin. Qanûna înfazê ya ket meriyetê jî tenê girtiyên edlî jê fêde girtin. Girtiyên siyasî ji derveyê qanûne hatin xistin. Dayika girtiyan, Xezal Şedal jî bertek nîşan da û got keç û kurê wê bi salane girtiye û got ji bo zarokên xwe bi fikare.   ‘Baş xwedî nabin’   Xezalê destnîşan kir ku keça wê Mahsume Şadal di 2004’an de li Stenbolê hatiye girtin û niha li girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê ye û wiha got: “Zarokên me li girtigehan baş xwedî nabin. Ji ber vîrusê rewşa wan nebaş e.Hewcedariyên wan nayên peydakirin. Rûpûş û deterjan nayê dayîn. Girtî ji malbatên xwe tiştekî dipên. Lê em ji ber vîrûsê nikarin tiştekî bikin.”   ‘4 sale kurê min di hucreyê de ye’   Xezalê bi lêv kir ku kurê wê jî li girtîgeha Tîpa L ya Balikesîrê girtiye û wiha pê de çû: “4 sale kurê min di hucreyê de ye. Ez dixwazim zarokên min bên berdan. Bi hinceta kurê min jî alîkariya daye xwişka xwe hat girtin. Şertên girtîgehê nebaşin.”   ‘Êdî hêza min nema’   Xezalê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew êdî dixwaze zarokên wê ligel wê bin û got: “Ji ber nexweşiya dil ez nikarim biçim cem zarokên xwe. Ez ji ber zarokên xwe bifikarim. Êşa zarokan pir girane. Hêza min nema. Êdî bese. Dixwazim zarokên min ligel min bin. Zarokên me tenê ji bo rumeta xwe parastin hatin girtin. Tu sûcê wan tunebû. Ji ber mafên xwe parastin hatin girtin. Bila girtîgeh êdî vebin.”