'Qerfên xwe bi tenduristiyê dikin' 2020-05-17 09:07:01   Gulîstan Azak   STENBOL - Zanistan hişyar kirin ku dikare pêla duyemîn ya vîrusê bê jiyîn û hat gotin ku ger rûpûş neyên bikaranîn wê ceza bê birîn û piştî vê rûpûş bi 1 lîra tê firotin. Li dijî vê bertek didomin. Welatiyên Stenbolê bertek nîşanê rewşê dan û diyarkirin ku lêçûna rûpûş jî li derdê debarê zêde bûye û got divê biryar demildest paşve bê kişandin.   Hikûmetê ji 8’ê gulanê şûnde firotina rûpûşan serbest kir lê bi pêkanîna biha, li dermanxane, market û medîkalan wê bi 1 lîra bê firotin. Yekitiya Tabîbên Tirk balişand ser ekîpmanên bê pere lê tevî hemû bertekan nîqaşa rûpûşa dîsa vegeriya serî.   ‘Qerfên xwe bi tendrusitiyê dikin’   Hacer Alan, da zanîn ku nezelaliya hikûmetê ya di belavkirina rûpûşan de nêzîkatiya li hember vîrusê nîşan dide û pratîkên ku ji pêkanîna tedbîran dur nîşan dan. Hacerê wiha got: “Heta niha ji bo min û malbata min peyama agahdarkirinê nehatiye. Hikûmet bûyerê cidî nagire.Rojekê gotin wê bê pere be roja din gotin wê bi pere bê firotin. Ez dixwazim cidî bigirim lê bi van nêzîkatiya cidiyet winda dibe. Hêrsa min mezine. Kes tenduristiya gel nafikire. Dibêjin encam mirine lê kes nabêje ku ‘wek rûpûş dan welatên din, hun çima nadin welatiyên xwe?’. Gelo peyam ji kê re çû?Dibêjin hun bikar neynin wê ceza bê birîn? Ez çawa bigirim. Min tu tiştek ji pêkanînên hikûmetê fêm nekir. Min ji zanistan tiştek fêm nekir. Yanî qurfên xwe bi tenduristiyê dikin.”   ‘Mirov wê çawa bigirin’   Songul Tutmaz jî bertek nîşanê rewşê da û diyar kir ku kesên nikaribin rûpûş bigirin wê çawa bigirin û got: “Ez bi rastî xemgîn dibim. Welatî ji xwe zehmetiyên mezin dikşînin. Dewleta ku alîkarî da welatên din bila ewil bida welatiyên xwe. Lê mixabin nebû.”   ‘Ew jî lêçûne’   Gulçîn Aykul jî bi lêv kir ku ger di malbatekê de 4 kes bijîn û girtina rûpûşan wê wan bide zorê û wiha pê de çû: “Karkerên derketine destura bê pere wê çawa bigirin. Hikûmetê tenduristiya gel avêt rîskê. Rûpûş bi 1 TL tê firotin. Kesekî hefteyê 5 rojan biçe kar rojê du caran biguher wê hefteyê 10 heban biguhere. Kesên mûçeyên asgarî digirin wê çawa vê bigirin. Desthilatdarî mixabin ne gel, sermayê diparêze. Gel êdî nikare hewcedariyên xwe bigirin. Hikûmet di vê pêvajoyê de ji pêkanînên ku tenduristiya gel diparêze dur e.”