ROJEVA 17 ’Ê GULANA 2020’AN 2020-05-17 09:01:04   *Jinên gundê Aşima Firatê bertek nîşanî êrîşên li hemberî Herêma Federel a Kurdistanê dan û gotin: "Têkoşîna me ya li hember êrîşkaran tê wateya hebûnê, hebûna me yekîtiya kurda ye. Divê em welatê xwe ji dagirkeriyê biparêzin." DÎMEN HEYE   *Endama Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Sîham Mele Elî diyar kir ku rêgirtina li ber belavbûna vîrûsa koronayê serkeftina civakayê û got: "Bi saya kedeke pîroz a civakê me rê li ber belavbûna vîrûsê girt." DÎMEN HEYE   *Rêvebera Komeleya Xwedîkirina li Zarokên Bêkes Selwa Ehmed, bal kişand ser armanca komeleyê û wiha got: “ Zarok pêşeroja civakê ne. Xedîderketina li zarokan xwedîderketina li civaka xwe ye Armanca me ya vekirina Komeleyê ku em bikaribin parastina mafên zarokan bikin û ev zarok di civakê de xwe kêm nebînin û tenê hîs nekin.” DÎMEN HEYE   * Jinên Kantona Kobanê, derbarê demsala çandiniyê ya îsal de û şewata erdan ku di sala borî de rûda nêrîna xwe anîn ziman û gotin: "Mirov, lawir û xweza gelek zerar ji şewata sala borî dîtin. Loma divê em bi hev re xwedî li ax, zevî û keda hev derkevin û xwe jê berpirsyar bibînin." DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP’ê ya Muşê Sîbel Genç diyar kir ku wan bi kampanya “Xuşk û Bira” xwe gîhandine gelek malbatan û got: “Di pêvajoya vîrusa koronyayê de tişta herî zêde ku pêdiviya kesan pê heye piştevanî ye.” DÎMEN HEYE   *Parlamenter û hevşaredarên HDP'ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û gotin: "Tayînkirina qeyûman tê wateya zilma li hemberî Gelê Kurd û gelên ku li Tirkiyeyê dijîn. Li dijî zilmê divê em bibin yek û bi hev re têbikoşin." DÎMEN HEYE   *Zanistan hişyar kirin ku dikare pêla duyemîn ya vîrusê bê jiyîn û hat gotin ku ger rûpûş neyên bikaranîn wê ceza bê birîn û piştî vê rûpûş bi 1 lîra tê firotin. Li dijî vê bertek didomin. Welatiyên Stenbolê bertek nîşanê rewşê dan û diyarkirin ku lêçûna rûpûş jî li derdê debarê zêde bûye û got divê biryar demildest paşve bê kişandin. DÎMEN HEYE   *Psîkolog Sevgî Turkmen diyar kir ku di pêvajoya vîrusê de zarokên li malê dimînin, divê ji tirsê bên parastin. Sevgiyê balkişand ser zarokên li girtîgehê jî û wiha got: “Zarok û sûc nikare bê cem hev. Divê girtîgehên zarokan bên rakirin.” DÎMEN HEYE   *Xezal Şadal ya ku nexweşa dile û keç û kurekî wê girtiye sê sale ew nedîtine. Xezalê diyar kir ku divê ji bo girtiyên siyasî jî efû derkeve û got: “Ez dixwazim zarokên xwe bibînim.” BI DÎMEN