Ji bo salvegera komkujiya Hewlêrê li Mexmûrê meş hat lidarxistin 2020-05-17 08:58:31   MEXMÛR - Bi munasebeta salvegera komkujiya Hewlêrê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) meş hat lidarxistin. Di meşê de 3 jinên ku di 15'ê nîsana 2020'an de li Mexmûrê ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin jî hatin bibîranîn.    Bi munasebeta salvegera komkujiya Hewlêrê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) meş hat lidarxistin. Di meşê de 3 jinên ku di 15'ê nîsana 2020'an de li Mexmûrê ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin jî hatin bibîranîn. Şêniyên Mexmûrê li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn ber bi cihê şehadeta sê jinên Mexmûrê ve meşiyan û li wir daxuyanî dan. Berî daxuyaniyê ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Keça Şehîd Mehmud Leyle Arzo Îlhan axifî û got:"Ez di serî de her sê jin leheng ku ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin û kesên ku di komkujiya Hewlêr êde Şehîd bûne  bi bîr tinim û bejna xwe li ber bîraninê wan ditewînim. Êrişên ku niha li ser wergehê û Zînê Wertê Bakurê Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê ji êrîşên 1997'an ne qut in hemû jî encamên deweleta tirk û hevkariya PDK' ê ya bi wan re ye."   'Dixwazin şerê navxweyî bidin avakirin'   Leyle Arzo Îlhat bi van hevokan gotinên xwe domand:"Em wek gelê wergeha Şehîd Rustem Cûdî û bi taybet wekî neferekî malbata congoriyekî komkujiya Hewlêrê  dibêjim heya niha gelê Kurd her dem bi berxwedana tekoşîn hevgirtyinê nehiştiye îxanet ser vê xakê bi bi ser keve. Me wek gelê Kurd gelek caran êş kişandiye. Her wiha her roja derbas dibe tecrîd li ser Rêbertî girantir dikin. Dixwazin şerê navxweyî bidin avakirin. Pêwîst e ku her kes li hemberî van kiryaran hişyar be. Bi salane Rêbertî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ked dide ji ber vê yekê her roj bi awayên cuda êrşî Rêbertî dikin û tecrîdê giran dikin. Herî dawî Rêbertî di hevdîtina telefonê de bal kişandibû ser yekîtiya neteweyî.    'Bila her kes baş zanibe ku em ê bi tu awayî gav şûnde neavêjin'   Leyle wiha bi dawî kir:"Her buhustek axa Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Xwîna bi hezaran pêşmergeyan rijiyan lê Barzanî îro bi hevkariya dewleta tirk axa Başûrê Kurdistanê difiroşe. Em wek gelê Mexmûrê bang dikin û malbatên Şehîdan li ser bingiha fikrê yektiya neteweyî li dora fikrên Rêbertî kom bibin. Em ê bikaribin civaka xwe azad bikin û dagirkeriyê li Kurdistanê bi dawî bikin. Ji derveyî yekîtiya neteweyî tiştekî din me rizgar nake. Ji ber AKP MHP bi her awayî êrişî hemû nirxên me dike, êrişî goristanê Şehîdê me dike. Axa Başûrê Kurdistanê bi xwîna Şehîdan hatiye rizgarkirin. Lê axa me îro pêşkêşî dewleta tirk tê kirin. Ciwanên ji bo Zinê Wertê xwestibûn bimeşin hatin astengkirin. Bila her kes baş zanibe ku em ê bi tu awayî gav şûnde neavêjin her roja derbas bibe em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Carek din hemû Şehîdan bi bîr tînim û bejna xwe li ber bîranina wan ditewînim."