Ji TJA'yê çalakiya zincîra mor: Ji şîdetê re na! 2020-05-16 15:57:48   AMED - Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad, li dijî şîdeta li hemberî jinê û qanûna înfazê çalakiya zincîra mor li dar xist.    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek nûner, endam û rêveberên rêxistinên jinan li semta Ofîsa Yenîşehîra Amedê li dijî şîdeta li hemberî jinê û qanûna înfazê de li hev kom bûn û li vir zincîra mor ava kirin. Di serî de polîsan kombûna jinan asteng kir lê jinan dev jî çalakiya xwe berneda û heta xaçera Ofîsê meşiyan. Di çalakiyê de dowîzên wekî "Ji şîdeta li hemberî jinê re na", "Jin bi hev re xurt in", "Ji tecawizê re na" û "Gulistan Doku li ku ye?" hatin hildan û dirûşmên wekî "Jin jiyane jiyane nekuje" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.    Di destpêka çalakiyê de seroka Komeleya Jinan a Rosa yê Adalet Kaya axaftinek kir û bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û got: "Di pêvajoya pandemiyê jin bi zor û zehmetiyên dijwar re rûbirû man. Divê pêvoyê de gelo li malê bi şîdetê re mayîn an li dervê bi vîrûsê re mayîn dibe sedema mirinê? Li Tirkiye û li tevahiya cîhanê hejmara jinên ku hatin kuştin zêdet bûn. Şîdeta li hemberî jinê êdî bi pergalî tê meşandin. Em li ser medyaya civakî û li ser hîn kanalên vekirî dengê xwe bilind dikin. Neteweyên Yekbûyî jî li dijî şîdet û kuştina jinê plansaziyên stratejîk amade dikin lê belê li Tirkiyeyê heta niha tiştek nehatiye kirin. Tenê ji hêla rayedarên îqtîdarê ve zimanê êrîş û şîdetê hat pêş xistin."   'Niha jî dixwazin tecawizkaran efû bikin'    Adalet, destnîşan kir ku bi qanûna înfazê bê edaletiya xwe teqes kirin û wiha dom kir: "Em dibêjinê ev tişt îtîrafa îqtîdarê ye. Em carek din bang dikin û dibêjin ku divê qanûna înfazê carek din bê sererastkirin û carek din bişînin meclîsê. Niha em bi mijarek din re rûbirû ne; êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan. Niha tê xwestin ku bi zewicandinê tecawizkaran efû bikin. Ev tişt tê wateya êrîşa li hemberî destkeftiyên jinan ên bi salan."   'Em ê pergala hevserokatiyê biparêzin'    Adalet di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha axivî: "Êrîşê destkeftiyên me dikin û bi taybetî jî bi tayînkirina qeyûman. Em ê her tim pergala xwe ya hevserokatiyê biparêzin. Em ê her tim li dijî newekheviyê têkoşîna xwe bidomînin."   'Tecawizkar û çete hatin berdan'   Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî bal kişand ser êrîşên ku li ser jinan û zarokan tên meşandin û wiha got: "Ev êrîş sûcên mirovahiyê ne. Em êrîşa li ser jinan rûreşiya pergala dewleta AKP’ê û MHP’ê dibînin. Neyartiya jinê, jinê bi mêr dide kuştin. Bi rêbaza DAÎŞ’ê êrîşî jinan dikin. Em wek TJA bangê li hemû berpirsyaran dikin ku qetlîama jinê rureşî ye û mora reşe li eniya dewletê ye. Heke bixwazin xwe ji vê mora reş xelas bikin, bila demildest hemû hevşaredar, siyasetmedar û aktîvîstên siyasî yên ji bo demokrasiyê li berxwe didin  serbest berdin. Kesên edalet, aşitî û wekheviyê dixwazin di zindanan de ne. Lê tecawîzkar û çete hatin berdan. Hûn hemû şahid in ku me gav paşve neavêt û em ê neavêjin.”   Daxuyanî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.