Aşûriyên Til Temirê Cejna Meryem El-Ezra pîroz kirin 2020-05-16 10:26:14   HESEKÊ - Bi boneya roja 15'ê Gulanê Aşûriyên navçeya Til Temirê Cejna Meryem El-Ezra bi merasîmekê pîroz kirin.   Aşûrî ne tenê neteweke xwedî çand û dîrokeke kevnar in, her çiqas ev netew rastî komkujiyan hatine jî lê heya niha dikarîbûn çand û baweriyên xwe ji tunekirinê biparêzin. Ji ber çanda her civakekê hebûna wê civakê îfade dike. Her sal di roja 15'ê Gulanê de Aşûriyên li tevahî cîhanê û yên ku li Sûriyê dijîn vê rojê wekî Cejna Meryem El-Ezra ‘Parezvana Zeviyan’  pênase dikin û li dêrên olî di nava merasîmekê de pîroz dikin.     Aşûriyên gundewarên navçeya Til Temirê her sal 15 Gulanê li dêrê pîroz dikin, lê îsal ji ber derketina vîrûsa koronayê û tedbîrên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine girtin, nikaribûn li dêrê cejna xwe pîroz bikin.   Îsal Aşûriyên gundê Til Nesrî û Til Ruman li hev kom bûn û ev cejn bi dûayên cuda ji Meryem El-Ezra re cejna xwe pîroz kirin. Di vê cejnê de gelê Aaşûrî  xwestekên xwe ziman û hêvî kirin ku hemû gel di nava aramiyê de bijîn.