Ji Meclîsa Jinan a HDK’ê kampanya ‘piştevaniya jinan li her derê ye’ 2020-05-16 09:08:00   STENBOL - Meclîsa Jinan a HDK’ê, bi armanca piştevaniya jinan mezin bike bi şîara ‘piştevaniya jinan li her derê ye’ kampanya da destpêkirin.   Meclîsa Jinan a HDP’ê , der barê zêdetibûna şîdeta li ser jinan a di pêvajoya vîrusa koronayê de gelek nîqaş dan meşandin û di encama nîqaşan de bi armanca pêşîgirtina li şîdetê bi şîara ‘piştevaniya jinên li her derê ye’ biryara avakirina xeta piştevaniyê û yekîneyan da.   Di rojên pêş de jî wê xeta piştevaniyê bê îlankirin û meclîsê diyar kir ku wê piştevanî piştî pêvajoya pandemiyê jî berdewam bike.   Berdevka Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê Aynur Cengîz da zanîn ku fikra kampanyayê di pêvajoya pandemiyê de derketiye holê û got li ser rewşa jinan ya di pêvajoya karantînayê de nîqaş dane destpêkirin. Aynurê bi lêv kir ku di encama nîqaşên meşandin de biryar dane ku di bin banê meclîsa jinan a HDK’ê de maseya piştevanî û torên piştevaniyê ava bikin û got: “Em bi van mase û toran piştevaniya bi jinê re armanc dikin. Em ê bi yekîneyên wek hiqûq, psîkolojîk, tenduristî û aborî piştgiriyê bidin. Wê li sê herêmên Stenbolê xetek hevpar a telefonê bê avakirin û daxwaz bên girtn. Li gorî vê wê çareserî pêk bê. Her wiha hemû serlêdan wê bibin rapor.”   ‘Wê ji her derê Stenbolê bikaribin xwe bigihîninê’   Aynurê di berdewamiyê de bi lêv kir ku parêzerên di komîsyona hiqûqê ya KCD’ê de cih digirin wê di van yekîneyan de jî cih bigirin û got: “Dibe em xwe negihînin her tiştî. Dibe ku ji bo her tiştî bi awayekî şênber nebe çarserî lê qe nebe em ê bi hev re bikevin piştevaniyê. Ji ser hesabên çapemeniyê em ê di rojên pêş de bidin daxuyandin. Wê li sê herêmên me xet hebe. Wê jin ji her derê bikaribin xwe bigihînin van xetan.”