‘Ji ber mudaxaleya lezgîn nayêkirin di mirinên akut de zêdebûn heye’ 2020-05-16 09:06:00   Rengîn Azîzoglu   AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa SES’ê ya Amedê Gulhan Tekîn, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de kesên pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijîn çûyîna nexweşxaneyan taloq dikin û got: “Di vê pêvajoyê de ji ber mudaxaleyên lezgîn nayên kirin di mirinên akut de zêdebûn heye.”   Ji ber vîrusa koronayê (Covîd -19) li seranserê cîhanê 4 mîlyon testên pozîtîf hatin tespîtkirin û hejmara miriyan jî 300 hezar derbas kir. Tirkiye jî di rêza cîhanê de wek welatên 9’emîn cihê xwe girt. Wek hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî bi belavbûna vîrusê re gelek nexweşxane wek nexweşxaneyên pandemiyê hatin îlankirin. Di pêvajoya vîrusê de kesên nexweşên kronîk di çuyîna nexweşxaneyê de zehmetiyan dikşînin û welatiyên divê demildest bên dermankirin jî ji xizmetên tenduristiyê sûdê nagirin. Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa SES’ê ya Amedê Gulhan Tekîn der barê mijarê de nirxandin kir. ‘Hejmara rast zêdetir e’   Gulhanê daxuyakirin ku li seranserê Amedê testa 88 xebatkarên tenduristiyê pozîtîf derketiye û ji bo xebatkarên tendruistiyê testek giştî hîna nehatiye kirin. Gulhanê wiha got: “Test tenê li ser kesên semptom nîşandane hatine kirin. Xebatkarên ku testa wan negatîf derket û di rontgena de pozîtîf derketin jî tevlî vê hejmarê nehatin kirin. Yanî ev rewş nîşan dide ku hejmara rast zêdetir e. Hevalê me kedkarê tenduristiyê Cuma Kurt ê testa wî negatîf derket û li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Perwerdê testa wî pozîtîf bû, lê dermankirina plazma lê hatkirin û jiyana xwe ji dest da. Ji ber test pozîtîf derneket, wek vîrusa korona derbasî qeydan nebû.”   ‘Li dijî rîska pêla duyemîn amadekarî qelsin’   Gulahanê da zanîn ku kêmasî di beşekê de hatibe çareserkirin jî hîna jî pisgirêka ekîpmanan heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di yekîneyên vîrusa korona de kedkarên tenduristiyê dorveger dixebitîn. Ji bo xebatkarên tenduristiyê yurd hatibûn veqetandin lê têr nekir û ji ber şert û mercên jiyanê ne di cih de bûn gelek hevalên me neçar man biçin malên xwe. Pirsgirêka ekîpman li gorî berê baştire lê hîna jî temam nebûye. Dema rîska pêla duyemîn li ber çavan bê girtin em dibînin ku amadekarî gelek qelsin.”   ‘Nexweşên lezgîn tên talqokirin’   Gulhanê diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de gelek polîklînîkên branş hatine kêmkirin an jî girtin û nexweşên kronîk jî dermanên xwe ji dermanxaneyan digirin. Gulhanê wihagot: “Di pêvajoya pandemiyê de kesên pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijîn çûyîna nexweşxaneyan taloq dikin. Di vê pêvajoyê de ji ber mudaxaleyên lezgîn nayên kirin di mirinên akut de zêdebûn tê dîtin.”