'Kooperatîfa Sewsen ji bo jinê hate avakirin' 2020-05-16 09:01:00   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Endamên Kooperatîfa Sewsen a Kantona Şehbayê derbarê kar û xebatên kooperatîfê de axivîn û gotin: "Di Kooperatîfa Sewsen de 3 bijîşk û 3 hemşireyên jin dixebitin û 24 saetan di xizmeta jinan de ne."   Gelê Efrînê di 18'ê adara 2018'an de koçber bûn, piştî koçberiyê li Kantona Şehbayê bi cih bûn. Roj bi roj gelê Efrînê ji bo ku jiyana xwe saz bikin dest bi karê ji nû ve rêxistinbûyinê kirin. Di nav van rêxistinbûyinê de yek ji wan avakirina nexweşxaneyê bû. Li Şehbayê di 1'ê Tebaxa 2018'an de Kooperatifa Sewsen ji bo tenduristiya jinan hatiye avakirin. Di Kooperatîfa Sewsen de 3 bijîşk û 3 hemşireyên jin dixebitin, her wiha 24 saetan kesên nexweş pêşwazî dikin. Endam û jinên Efrînê nêrînên xwe di derbarê Kooperatîfa Sewsen de parve kirin.    'Ji bo jinan Kooperatîfa Sewsen hat avakarin'   Endama Rêveberiya Kooperatîfa Sewsen Rozana Etan di detspêka axaftina xwe behsa koçberbûna gelê Efrînê kir û wiha got: "Şehba  demên berê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin, piştî rizgarkirina Şehbayê gelê resen lê bi cih bûn. Paşê dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê kirin û dagir kirin, gel jî neçar ma koçber bibin, niha jî gelê Efrînê li Şehbayê jiyana xwe didomîne ji bo vegera Efrînê. Piştî koçberiyê me li Şehbayê ji nû ve xwe bi rêxistin kir û di nava karên rêxistinê de yek jê nexweşxane bû. Piştî avabûna nexweşxaneya Avrîn, ji bo jinan taybet Kooperatîfa Sewsen hat avakirin."    'Di Kooperatîfê de 3 bijîşk û 2 hemşireyên jin dixebitin'   Rozana balkişand ser Kooperatîfa Sewsen û wiha pê de çû: "Di Kooperatîfa Sewsen de 3 bijîşk û 3 hemşireyên jin dixebitin û 24 saetan di xizmeta jinan de ye. Her wiha 4 kilînikên din hene û ew jî di nava jinan de digerin da ku nexweşan derman bikin. Di her kilînîkekê de bijîşk û hemşîre hene, kesên ku tên bi dilrehetî nexweşiyên xwe ji me re dibêjin ji ber ku bijîşk û hemşireyên me jin in. Her wiha di Kooperatîfa Sewsenê de beşa piştgiriya derûniyê, beşa zarokan, ebe û nexweşiya hundirîn heye,  beşa piştgiriya derûnî rolek sereke di jiyana jinan de dilîze. Em wek Kooperatîfa Sewsen hêviya me ew e ku em bi erkên xwe yên mirovî rabin û karibin li gor derfetên heyî xizmeta gelê xwe bikin."    'Em rojane nêzî 80 jinan derman dikin'   Hemşîreya Kooperatîfa Sewsen, Lîlav Şêxo karê Kooperatîfê  anî ziman û wiha domand: "Em rojane nêzî 80 jinan derman dikin. Ev kooperatîf ji bo jinan hatiye avakirin, her wiha derman û test bê pere tên kirin. 24 saetan ambûlansên me ji bo rewşa awarte amade ne amade ne. 4 kilînik girêdayî Kooperatîfa Sewsen e û li 20 gundewarên Kantona Şehbayê digerin û pêdîviyên jinan pêk tînin. Tiştên ku li gel me, em hewil didin gelê me sûd werbigirin."   'Kooperatîda Sewsen pêwistiya jinan pêşwazî dike'   Jina bi navê Sena Xelîl a ji gundê Maratê ya Şehbayê ye û di Kooperatîfa Sewsen  de tê tedawîkirin nêrîna xwe wiha anî ziman: "Kooperatîfa Sewsen gelek alîkarî dide jinan û pêwistiya jinan pêşwazî dike. Ev jî cihê şanaziyê ye. Bijîjkên Kooperatîfa Sewsen hefteyê carekê tên gund û pêwistiyên jinan pêşwazî dikin û tiştên pêwist bi cih tînin. Her wiha hem dermankirin hem jî test bê pere ye, em gelek ji bijîşkên Kooperatîfa Sewsen razî ne."