'Li Geliyê Zîlan qetlîama ekolojiyê rawestinin!' 2020-05-16 08:21:01   AMED -  Tevgera Ekolojiya Mezoptoamyayê bi diruşmeya “Li Geliyê Zîlan Qetlîama Ekolojiyê rawestînin, Li Zîlanê ji HES re na” li ser hesabê xwe yê Twitterê xebata hashtagê da pêkanîn. Bi sedan kes ji bo rawestandina qetlîama xwezayê wêne parvekirin.   Projeya HES a ku di sala 2014’an de li Geliyê Zîlan ketiye meriyetê, di sala 2015’an de rastî bertekan hat û proje ji aliyê şureya dewletê ve hat rawestandin. Lewra bi şewba koronoyê re ev proje dubare ket meriyetê. Tevgera Ekolojiya Mezoptamyayê (MEH) bi diruşmeya “Li Geliyê Zîlan Qetlîama Ekolojiyê rawestînin, Li Zîlanê ji HES re na” li ser hesabên xwe yê Twitter ê hashtag da meşandin.   Xebata hashtagê rastî eleqeyek mezin hat û bi sedan parvekirin pêkhatin. Hinek ji wan parvekirinan wiha bû: “Ji Hevselê heya Geliyê Zîlan em li xweza û dîroka xwe xwedî derdikevin. Hikûmet qeyranan ji xwe re dike fersend û qetlîman pêktîn e. Hûn nikarin hafizeya me qetil bikin. Ji çiyayên Qaz, Madraya, Hesenkeyf, Artvîn heya Zîlan em xwedî li xwezaya xwe û dîroka xwe derdikevin, ne sermaye pêwîstiya me bi xwezayê ye.”   ‘Werin em bi hev re ji HES re bibêjin na’   Tevgera Ekolojiya Mezoptamyayê di parvekirina xwe de wiha da zanîn: “Geliyê zîlan hem cihek di aliyê ekolojîk de berhemdar e û di aliyê dîrokî de ji xwedî cihek girîng e. Dixwazin bi Zîlan re xwezayê û dîrokê qetil bikin. Em ê cardin bi hev re li hemberî qetlîma xwezaya têbikoşin. Divê herkes deng bide vê dengê me. Werin em bi hevr e ji HES re bibêjin ne.”