Hevşaredarên jin: Em rejîma qeyûman qebûl nakin 2020-05-15 17:05:13   QERS / AGIRÎ - Hevşaredar Şevîn Alaca û Huşerref Geçer, bertek nîşanî tayînkirin qeyûman da û gotin: "Tayînkirina qeyûman tê wateya darbeyê. Em vê tiştî qebûl nakin û em ê dengê xwe bilind bikin."   Bertek û nerazîbûnên li hemberî tayinkirina qeyûman ên şaredariyên Îdir, Sêrt, navçeyên Misirc, Hawêlê û Altinovayê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û binçavkirin hevşaredaran didomin. Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca û hevşaredara Patnosa Agiriyê Muşerref Geçer derbarê tayînkirina qeyûman de nêrînên xwe anîn ziman.    Şevîn Alaca, diyar kir ku di pêvajoyeke wisa zehmet de em hewl didin ku xizmetê bidin gelê xwe û got: "Ligel em dixwazin xizmetê bidin gelê xwe îqtîdar vîna gel tune dihesibîne û şaredariyên gel xestp dike. Rêjima qeyûmê tê wateya darbe yê. Em kiryarên bi vî rengî tu carî qebûl nakin. Em ê wekî her tim dengê xwe li her qadê bilind bikin."   Muşerref Geçer, jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û wiha axivî: "Vê serê sibehê jî me dît ku zext û zordarî hêj jî didomin. Tişta ku bê gotin di hêla ehlaq û wijdanî de ne maye. Di pêvajoya vîrûsê de şaredari bi hêza xwe xizmetê didin gelê xwe. Di rewşeke wisa de tayînkirina qeyûman nayê qebûlkirin."