Jinên HDP'yî bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan 2020-05-15 16:55:53   ÎDIR - Jinên HDP'yî bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan û gotin tayinkirina qeyûman xesp û bêhiqûqî ye bila hevserokên hatine binçavkirin bên berdan.    Wezareta Karên Hundir, qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kirin. Piştî qeyûm tayîn kirin 5 hevşaredar binçav kirin. Endamên meclîsa HDP'ê û Hevseroka Bajêr a Îdirê Susan Namkulu bertek nîşanî tayinkirina qeyûman dan.    'Dest xistin ser telefonan'   Endama Meclîsa HDP'ê ya Îdirê Ozlem Torzuk diyar kir ku ew bi Hevseroka Şaredariya Îdirê Eylem Çelik re di heman malê de diman û wiha got:"Serê sibehê saet di 06.00'an de li derî ket. Gotin ka Eylem min got ne li mal e. Nedihiştin ez cilê xwe jî li xwe bikim. Dest xistin ser telefona me.    'Ya ku hatiye binçavkirin demokrasî ye'   Endama Meclîsa Îdirê Evrîm Ablak wiha got:"Gel bi îradeya xwe hevserokên xwe hilbijartine. Hevserokên me jî bi xizmeteke mînak a şaredariyê xebatên xwe domandine. Ya ku hatiye binçavkirin demokrasî ye."   'Nahêlin em têkevin avahiya şaredariyê'   Hevseroka Bajêr a Îdirê Susan Namkulu wiha got:"Dewlet şaredariyên HDP'ê xest dike û qeyûm tayîn dike. Zilma dewleta tirk a bi salan bi dawî nebûye. Nahêlin em têkevin avahiya şaredariyê."