Jinên Şengalê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin 2020-05-15 16:00:29   Nesrîn Hisên-Viyan Seîd   ŞENGAL - Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Jinên Şengalê peyama pîrozbahiyê weşandin û  nerînên xwe anîn ser ziman.   Jinên Şengalê derbarê 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de anîn ziman ku ziman hebûna mirovan e û divê ziman her dem bê parastin.    'Hebûna zimanê me cihê kêfxweşiyê ye'   Silala Qasim Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got:"Îro Cejna Zimanê Kurdî ye. Ji bo me cejneke pîroz e. Em cejna hemû gelê Kurd pîroz dikin. Em îro gelekî kêfxweş in. Hebûna zimanê me cihê kêfxweşiyê ye. Em dîsa Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.”   'Em bi ziman û çanda xwe zarokên xwe perwerde bikin'   Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî  bi boneya Cejna Zimanê Kurdî wiha axîvî: “ Bi rastî jî hebûna ziman û xwedîderketine ziman taybet ji bo me jinên Êzîdî kêfxweşiyeke gelek mezin e. Cejna Zimanê Kurdî ji bo me gelek girîng e. Em wek civaka Êzidî û gel tevahî em bi zimanê xwe tên naskirin. Ji dirokê de jixwe zimanê Kurdî zimanêkî kevin e. Dijmin gelek caran êrîş aniye ser zimanê Kurdî. Em wek civaka Êzidi bi Cejna Zimanê Kurdî gelek kêfxweş in. Em Cejna Zimanê Kurdî li hemû dayikên şehîdan, Kurd û Kurdistanê pîroz dikin. Em wek civaka Êzîdî tevahî gelê Kurd divê em bikaribin zarokên xwe civaka xwe li ser çand, bawerî û zimanê xwe perwerde bikin. Ziman nasnameya mirovan e. Em jî karibin zarokên xwe, nifşê nû li ser ziman û çanda xwe mezin bikin. Em Cejna Zimanê Kurdî li tevahî civaka Êzidî û gelê Kurd pîroz dikin.”