TJA: Bê ziman jiyan nabe! 2020-05-15 15:58:27   AMED - Bi minasebeta Roja Cejna Zimanê Kurdî Tevgera Jinên Azad daxuyanî dan û gotin: “Ziman wateya yekbûna neteweyê ye. Ji bo parastina neteweyî divê em zimanê xwe biparêzin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Peyasê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hat vekirin. Her wiha di çalakiyê de dowîzên wekî li ser tîpên qedexe “W, Q, X” heyî hatî nivîsin hatin vekirin. Daxuyaniya bi kurmanci û kirmanckî hat dayîn.    Di daxuyaniya TJA'yê de wiha hat gotin: "Em cejna ziman li hemû kurdan û bi teybetî jî kesên ji ziman re xizmetê dikin pîroz dikin. Ziman wateya yekbûna neteweyê ye. Divê em ziman biparêzin û bi pêşve bibin. Ji kurahiya dîrokê ve hert im ziman vê wateya xwe parastiye.  Îktidarên ku parçebûn û tunebuna kurdan dikin armanc her tim êrişê ziman û çanda kurdî kirine. Ji vê mafê kurdan re tim bûne asteng. Lê divê em li dijî van polîtîkayên qirêj bersivekî xurt bidin. Divê em kurd, li zimanê xwe, li mafê xwe xwedî derbikevin. Ger em îro xwedî lê dernekevin em ê mehkumê tunebûnê bibin.   Bi hêviya hewildanên me di vî alî de zêdetir bibin. Ji ber ku her dar li ser koka xwe, her netew ji li ser zimanê xwe şîn dibe. Em Cejna Ziman li hemû kurdan pîroz dikin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Ziman Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.