Li Heleb û Şehbayê KPC-D'ê ji bo Roja Zimanê Kurdî daxuyanî dan 2020-05-15 13:17:49   HELEB-ŞEHBA- Bi boneya roja zimanê kurdî Komîteya Perwerdeya Civaka Dewmokratîk a bajarê Heleb û Þehbayê daxuyaniyek dan.   Bi boneya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li bajarên Heleb û Þehbayê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyan de bi dehan mamoste amade bûn.   Li Helebê daxuyanî hat dayin   Bi boneya Roja Zimanê Kurdî li Bajarê Helebê ji aliyê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de bi dehan mamoste amade bûn. Daxuyanî ji aliyê  Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a bajarê Helebê Fatma Koþan ve li pêþeya navanda KPC-D'ê ya dikeve taxa Þêx Meqsûd Þerqî hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ziman xwedî wateyek pîroz e, 15’ê gulanê ji bo gelê kurd rojek ji rojên hebûnê ye, di sala 1932’an de di yekem car li Þamê Mîr Celadet Elî Bedirxan bi tîpên latînî kovara hawarê weþandiye, ji wê rojê heta roja me ya îro ew tîp bûn bingeha xwendin û nivîsandinê. Ev roj weke roja zimanê kurdî hat diyarkirin. Ji bo vê her sal em bi dilekî pir mezin vê rojê pêþwazî û pîroz dikin. Em ji dijimin re dibêjin em kurd in zimanê me kurdî ye ne siyaseta we û ne zordestiya we dikarin me ji nasnameya me dûr bixe.   Bi boneya vê rojê em dîsa dibêjin zimanê me rûmeta me ye da ku em pêþerojeke azad xêz bikin pêwîstiya me bi parastina ziman heye, bi fêrkirin û fêrbûna kurdî pêwîstiya zarokên me bi pêþerojeke xemilî heye, bi vê boneyê roja zimanê kurdî li hemû pakrewanên azadiyê, li Rêber Apo, li hemû mamosteyên zimanê kurdî û li Gelê Kurd pîroz dikin.    Em hemû tekoþerên ziman bi bîr tînin û em dibêjin em þagirtê þehîd  Egîd, Viyan û Zozan in heya em xewnên wan pêk neynîn em dev ji vê riyê bernadin, em weke KPC-D'ê Heleb em soza xwe bi îradeyeke mezin nû dikin, heya yek zarok bê zimanê kurdî nemine em ê xebat bikin.    Banga me ji hemû Gelê Kurd re heye dem dema xwebûyîn û azadiyê ye, pêwîst e her kurdek bi zimanê xwe bixwîne, bi zimanê xwe binvîsîne û  bi zimanê pêþeroja Kurdistanê misoger dibe.   Daxuyanî bi dirûþma "Bê ziman jiyan nabe" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.    Li Şehbayê Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin   Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, daxuyaniyek ji aliya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê li Kampa Serdem a Kantona Þehbayê bi beþdarbûna dehan mamosteyan hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê Narîman Sîdo ve hate xwendin.   Daxuyamî wiha bû: "Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, em roja 15 Gulanê li hemû gelên aþtîxwaz, giyana þehîdan û hemû kedkar û xebatkarên zimanê kurdî pîroz dikin.Di sala 1932'an de bi pêþengiya Celadet Elî Bedirxan li ser þopa malbata Bedirxaniyan ku  hewildanên xwe yên kurdewariyê berderwam dikir,  piþtî gelek xebatên giranbuha di warê ziman û wêjeya kurdî de pêþxistin,   alfebeyek  taybet ji bo nivîsîna bi zimanê Kurdî danî. Ji bo ku ev ziman bibe zimanê xwendin û nivîsînê biryar da ku Kovara Hawarê biweþîne, bi rastî jî ev kovar li paytexta Sûrî- Þamê weke hejmara yekemîn ket  destên xwendevanan.    Zimanê kurdî di dirêjahiya dîrokê de her û her rastî polîtîkeyên qedexekirin û zextan hatiye. Kovara Hawarê di geþedan û pêþveçûna zimanê kurdî de roleke girîng û dîrokî lîstiye.  Lewra roja destpêka weþana kovarê, weke cejna zimanê kurdî tê pîrozkirin. Ji bo hêzkirin û xurtkirina zimanê dayikê bi hezaran gelê kurd ji mamoste, xwendekar û dayikên kurdan îro perwerdeya xwe bi zimanê kurdî dibînin.  Bi taybet jî di roja 15 gulanê de bi hezaran mamoste û xwendekar bi çalakiyên cur bi cur ji  wêje helbest, mîtîng û  daxuyaniyan, vê rojê jîndar dikin û xewnên Nûradîn Zaza, Qedrîcan,Osman Sebrî û Bedirxanan pêk tînin.   Banga me ji bo hemû raya giþtî, mafên mirovan û rêxistinên cîhanî ew e ku zext li ser zimanê me were rakirin û zimanê kurdî di navnetewî de bibe zimanekî fermî yê perwerdehî  û zarokên me bi kêfxweþî û aramî perwerdeya xwe bi zimanê xwe bê êþkence bibînin.   Em wek mamosteyên herêma Efrînê bi boneya cejna zimanê kurdî hemû kedkar, zimanhez, xemxwarên zimanê kurdî yên ku Gelê Kurd  û zimanê kurdî ji komkujî, asîmîlasiyon, red û înkarê parastine, bi rêzdarî silav dikin û cejna zimanê kurdî pîroz dikin."   Daxuyanî bi dirûþmeyên" Bijî berxwedana zimanzanayan" û " Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.