KCD'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir: Bibin mamosteyên zarokên xwe 2020-05-15 12:12:21   AMED - Bi wesîleya Roja Cejna Zimanê Kurdî KCD'ê daxuyaniyek da û got: "Ew qêrîn û hawara Celadet; niha li Zînê Wertê yekîtiyê, li Mexmûrê hevgirtinê. Li Qamişlo zanyariyê. Li dîasporayê dîplomasiyê. Li Hewlêr û Mahabatê piştgirtinê her wiha li hemberî her êrişî hişyarî û ji hevûdu hezkirinê di xwe de dihewîne."   Bi minasebeda 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke nivîskî weyand û bal kişand ser girîngiya ziman û her wiha Cejna Ziman li hemû kurdan pîroz kir.    Di daxuyaniya nivîskî ya KCD'ê de wiha hat gotin: "Celadet Elî Bedirxan di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn yên Kovara Hawarê de wiha gotibû 'Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tistî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e'   Berî niha 88 salan Celadet Elî Bedirxan Hawar kiribû. Ev hewar ne tenê li xwe û li derdora xwe heman wextê li dost û dijminên xwe jî hatibû kirin.   Hawar kovarekî polîtîk û wêjeyî bû    Kovara Hawarê 15’ê Gulana 1932’yan de derketiye û heta 15’ê Tebaxa 1943’an 57 hejmar hatine çapkirin. Kovar li paytexta Sûriyê Şamê dest bi weşanê kiriye. Hawar mehê du caran hatiye weşandin. Taybetmendiya Kovara Hawarê ew bû ku cara yekem zimanê Kurdî bi tîpên Latînî dihat xwendin û nivîsîn. Kovara Hawarê, kovarekî polîtîk û wêjeyî bûye. Kovara Hawarê ku di dîroka weşangeriya Kurdî de jî xwedî cihekî girîng girtiye, Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên kurdî hatine weşandin. Alîkariyeke wê ya din a sereke ji bo zimanê Kurdî çêbûye. Bi vi awayî Hawar bi wêje û mijara zimanî de bûye stûnek netewbûnê jî.   Bibin mamosteyên zarokên xwe    Ji 2006'an û vir ve ye, 15'ê Gulanê roja weşana kovara HAWAR’ê; wekî CEJNA ZIMANE KURDÎ tê pîrozkirin. Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di sala 2006'an de vê rojê weke roja Cejna Zimanê Kurdî pejirand û bi vê mebestê, 15-22'yê Gulanê wek Hefteya Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.   Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk jî Cejna Zimanê Kurdî de, careke din banga xwedîderketina Kurdî bi taybetî li hemû Dayikên Kurd ku yekem mamosteyên zarokên xwe ne dikin.   Dixwazin zimanê qedîm tunebikin   Dîsa bi vê mebestê bangî hemû gelen xwe dikin ku; guh bidin wê Hawarê. Wê hawara Celadet niha li çar perçeyên Kurdîstanê olan daye, HAWARA ku 88 sal bere hatibû qêrîn gihiştiye cihê xwe , Îroj her çiqas Ziman û zaravayên Kurdî dibin xetera pişaftin û xwepişaftinê de li berxwe didin jî mixabin ev têr nake, lazim e; Nifşên nûh bi her awayî ew qêrîna Hawarê tacîdar bikin. Ew jî bi xwebûnê, li hemberî pişaftkaran mafê xwe yê rewa bikar bînin. Her wiha pişaftin û xwepişaftin jî dişibe coronayê, bi sedan sale bi pişaftinê dixwazin van zimanên qedîm tunebikin.   Ew qêrîn û hawara Celadet; niha li Zînê Wertê yekîtiyê, Li Mexmûrê hevgirtinê. Li Qamişlo Zanyariyê. Li dîasporayê dîplomasiyê. Li Hewlêr û Mahabatê piştgirtinê her wiha li hemberî her êrişî hişyarî û ji hevûdu hezkirinê di xwe de dihewîne.   Bila kurdî bibe zimanê fermî   Banga me li rayedarên Tirkiyê Ji bo ku perwerdehiya zimanê dayikê bê dayîn, em dixwazin Tirkiye li gorî esasen peymanên navneteweyî yên ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê hatine misogerkirin tevbigere.   Ev komar bi heftê û du milletan hat damezirandin. Lê mixabin li ber çavên Cîhanê, bi 72 balefirên xwe yên şer firandin ser Efrînê ve û wê jî wekî bajarên Bakur re niha her ku diçe ber bi yekzimanî ve dibin û em dibêjin êdî bes e; dev ji vê qirkirina çandî û zimênî berdin da ku dahatuya van milletan bi aştî, aramî wekhev û serbilind şînbên û bijîn.   Li dijî tunekirinê têkoşîn   Rayedarên Cîhanê jî şopdarên qanûn û zagonên xwe, li hember qirkirina spî ya çandî û zimanî divê hişyar û biryardarbin. Divê êdî KURD sedsala 21'an de jî ne mecbûrên zimanên desthilatdarên xwe bimînin.   Em di şexsê Celadet Elî Bedirxan de hemû Dayikên Kurd, têkoşer, kedkar, dildar û hezkiriyên zimanê Kurdî, yên ku gele Kurd û zimanê Kurdî ji pişaftin, çandkujî, înkar û tunekirinê parastine bi rêzdarî silav dikin. 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya 2020’an li gelê Kurd Pîroz be!"