Rûken Necar: Bi saya şoreşa jinê Zimanê Kurdî jî bû xwedî hebûnek xurt 2020-05-15 10:39:27   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Mamosteya Zimanê Kurdî Rûken Necar teqez kir ku hişmendiya ziman girîng e lê parastina wê ya ji helandinê  zêdetir girîng e û wiha got: ” Bendava fetisandin û koletiya  gelan hate şikandin û şoreşa Rojava  a ku li ser bingeha netewa demokratîk hatiya rûniştandin bi ser ket. Bi saya şoreşa jinê zimanê kurdî jî bû xwedî hebûneke xurt.”   Di 15’ê Gulana 1932’an de bi pêşengtiya Celadet Alî Bedirxan li paytexta Sûriyeyê Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Zimanê Kurdî di vê merheleya dîrokî de bi tîpên latînî hate xwendin û nivîsandin. Têkildarî vê mijarê Mamosteya Zimanê kurdî Rûken Necar girîngiya fêrbûna ziman û parastina wê ya ji helandinê nirxand û ji me re parve kir.   'Kovara Hewarê  bû banga gelê bindest'   Rûkenê da zanîn ku Kovara Hewarê di dîrokê de cihekî xwe yê  girîng girt û wiha got: ”Zimanê Kurdî di dirêjahiya dîrokê de her û her rastî polîtîkayên qedexekirinê û zextê hatiye.  Ji aliyên pergalên desthilatdar ve bi helandinê re rû bir û dima. Kovara Hewarê di geşedan û pêşveçûna zimanê kurdî de rolek dîrokî lîstiye. Lewma roja destpêka weşana kovarê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê naskirin û pîrozkirin. Kovara Hewarê bû banga gelê bindest.”   ‘Bendava fetisandin û koletiyê di şoreşa Rojava hat şikandin’   Rûkenê balkişand ser Şoreşa Rojava û asta pêşketina Zimanê Kurdî û wiha pêl da axaftina xwe: ”Li tevahî cîhanê pergala desthilatdar ango pergala netew-dewlet zimanê pêkhateyan dabû fetisandin.  Li ser sîstema yek ziman, yek çand û yek al serweriya xwe dida meşandin. Di Şoreşa Rojava de gel li dijî vê pergalê serî hildan, pêk anîn û bûn nimûne ji tevahî cihanê re.  Êdî  gihîşt astekê êdî ev pergala netewperest li tevahî cîhanê ji aliyê gelan ve nema hate qebûlkirin û li hember wê jî serhildan dest pê kirin. Bendava fetisandin û koletiya  gelan hate şikandin û Şoreşa Rojava  a ku li ser bingeha netewa demokratîk hatiya rûniştandin bi ser ket. Bi saya şoreşa jinê Zimanê Kurdî jî bû xwedî hebûnek xurt.”   ‘Dayikên me di parastina ziman de xwedî roleke pir girîng bûn’   Rûkenê destnîşan kir ku xeyalên  dayik û bavan di roja îro de pêk tê û wiha domand: ”Di dibistanên rêjîma BAAS'ê de mafê me tune bû ku em bi zimanê xwe bixwînin, an jî bi hevalên xwe re bi Kurdî biaxivin. Rêjîmê siyastek dida meşandin ku zimanê me bihelîne da ku hebûn û nasnameya me winda bike. Xeyalên me bû ku em bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Lê tevî zext û zordariyê dayikên me xwedî rola herî girîng bûn ku zimanê me ji helandinê parastin. Ji bo wê em dibêjin ziman zimanê dayikê ye.”     ‘Asta Zimanê Kurdî bi têkoşîn û berxwedna gel pêş ket’   Rûkenê diyar kir ku asta pêşveçûna Zimanê Kurdî bi bedelên mezin hatin bidestxistin û ev tişt got: ”Şoreşa Rojava  a ku li ser bingeha pergala netewa demokratîk hatiya avakirin, siyasetên fetisandina zimanê gelan û helandina çanda wan red dike. Îro di dibistanên me de her kes bi zimanê xwe diaxive û dixwîne. Ev jî serkeftinên civaka têkoşînvan e ku li hember her cureyên zilmê li ber xwe da.”    ‘Dema berxwedan hebe wê serkeftin mîsoger be’   Rûkenê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: ”Di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk a dagirker êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di encamê de bi hezaran zarok ji dibistanê xwe qut bûn.  Armanca sîstemên desthilatdar ew e ku deskeftiyên şoreşê tune bikin.  Ji bo ku zarok ji dibistanên xwe jî qut nebin dibistan li kampa Waşûkanî ser daxwaza malbatên wan hate vekirin. Tevî rewşa koçberî û zehmetiyên wê jî gel bi israr li ber xwe dide û parastina zimanê xwe yê dayikê dike.”