Li hemberî tundiyê bê deng nemîne 2020-05-15 09:34:35   AMED – Bi şewba koronoyê re tundiya li ser jinê ji zêde bû. Tevna jinê bi armanca balkişandina ser ser tundiyê bi dirûşma “Bêdeng Nemîn e” vîdeo amade kir.   Bi belavbûna şewba Koronoyê (COVİD-19) re civak neçarê pêkanîna îzalasyona civakî bûn. Yek ji qadên ku herî zêde jin lê rastî tundiyê tên mal e. Di pêvajoya karantînayê de ji rêjeya tundiyê her ku diçe zêde dibe. Tevna Jinê, ji bo bal bikişîne ser tundiya di malê de ango li ser jinê bi dirûşma “Bêdeng Nemîne” vîdo amade kir.   Di vîdeoyê de ev peyam hat dayin: “Kuştina jinê sûcê herî mezin yê mirov e. Nebe şîrikê vî sûcî. Bê deng nemîn e.”