'Jiyana her jinekê serpêhatiyek e' 2020-05-15 09:11:00   Dîcle Demhat   KOBANÊ - Xanim Hibo ya bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye serpêhatiya jiyana xwe ya koçberî û bi têkoşînê wiha tîne ziman: "Ez bi hesret û xeyalên xwe yên zarokatiyê mezin bûm."   Zayenda jinê di rastiya xwe de pirreng û hebûneke xwedî enerjiya herikbar e.  Her çendî jin xwediyên pir rengiyê bin jî, lê belê serpêhatiyên wan, êşên ku kişandine, têkoşîna ku dane meşandin ji hev ne cuda ne. Yek ji jinên ku li dijî hişmendiya mêr li ber xwe daye û hewil daye ku xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk bîne jî Xanim Hibo ya 42 salî û bi eslê xwe ji bajarokê Erciyes ku girêdayî bajarê Wanê ye. Piştî komkujiya Geliyê Zîlan malbata Xanimê neçar dibin ku koçî bajarê Kobanê bibin. Xanim li ser xaka Kobanê çavên xwe li jiyanê vedike û dibe nişteciha bajarê Kobanê. Xanim serpêhatiya jiyana xwe wiha ji ajansa me re vedibêje.    'Di her komkujiyekê de, Kurd neçarî koçberiyê kirine'   Xanimê di destpêka axaftina xwe de behsa jiyana malbata xwe ya koçberiya ji Bakurê Kurdistanê kir û wiha pê de çû: "Em bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ne, piştî qatlîama Geliyê Zîlan malbata min neçar dibe ku koçî deşta Sirûcê bibin. Di civaka me de bi salane ku zewaca zaroka didome, ez jî yek ji wan zarokan im ku bi darê zorê û bi zilma bavê xwe hatime zewicandin. Piştî ku hatim zewicandin vê carê jî neçar mam ku li gorî çanda civakê tev bigerim. Ez dayika 6 zaroka me. Ji bo ez bikaribim xebatê bidim meşandin, min hevjînê xwe jî bi xwe re kire nava kar. Piştî zewacê êdî min baş dizanibû ku ez ê nikaribim ji nava zagonên malbatî derkevim. Ji ber wê min ji xwe re soz da ku ger rojekê keçek min çêbibe, ez ê keça xwe li gorî zagonên civaka feodal mezin nekim. Piştî keça min Barîn hat dinê, min ji xwe re got wê Barîn bibe xwediyê xeyalên min û ez ê nehêlim jiyana wê bişibe ya min û jinên din. Min Barîn li ser hizra welatparêziyê mezin kir. Min ne tenê Barîn tevlî nava revên azadiyê kir. Piştî serhildana 19’ê Tîrmeha 2012'an lawekî min beşdarî nava şervanên YPG’ê bû û keçek xwe jî beşdarî nava xebatên Ciwanên Şoreşger kir. Ez bi xwe jî niha Endama Rêveberiya Kongreya Star ya bajêr im."    'Jiyana her jinekê serpêhatiyek e'   Xanimê lêgerîn û zewaca xwe ya bi darê zorê wiha anî ziman û domand: "Min tucarî dest ji xeyalên xwe yên tevgera azadiyê berneda. Bavê min jî weke her mêrekî xwediyê hişmendiya koledariyê bû. Dema ez diketim pey lêgerînên xeyalên xwe, zilma bavê min li ser min zêdetir dibû. Piştî demekê bavê min fêm kir ku ez dixwazim beşdarê tevgera azadiyê bibim. Ji bo ku ez dest ji van fikrana berdim bavê min bi rojan dest û lingên min girê da û gelek caran li min dida. Carekê ez bi darê ve girê dam û li min da serê min şikand, heta niha jî şopên wê şikandinê di serê min de heye. Şevekê  hat got min tu berdêlî daye hinekan, wê demê ez bi zorê zewicandim, her çendî min tevgera Kurdan nas kiribe jî, lê min nedizanî rêya ji malê û mêran xilasbûn çawa ye. Roja ku kirasê bûkanî li min kirin, ez wê rojê hatim kuştin. Ji bo min ew kiras kefen bû. Min di wê rojê de sond xwar ku ez nehêlim keçên min heman çarenûsê bijîn. Jiyana her jinekê serpêhatiyek e."   'Barîn bû şervana azadiyê û xeyalên min pêk hat'   Xanimê wiha qala pêkanîna  xeyalên xwe kir: "Min soz dabû ku rojekê ez keça xwe beşdarî nava refên tevgera azadiyê bikim. Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê û di wê demê de 8 şervanên azadiyê jiyana xwe ji dest dabûn, dema nasnameyên wan li pêşiya gel hatin xwendin, min jî li wir ji Barînê re got ger tu jî bixwazî ez dibêjim here tevlî nava refên azadiyê bibe. Li ser daxwaza min û Barînê li pêşiya gel soza beşdarbûna tevgera azadiyê da û çû beşdar bû. Ji ber min baş dizanibû tenê jin dikarin di nava refên azadiyê de bi awayekî azad bijîn. Piştî çend salan dema min cara yekê Barîn dît, min di çavên wê de kêfxweşiya serkeftina jina dît û êdî min baş dizanibû ku pişta me jinan xurt e û hêzeke me ya mezin heye. Bi beşdarbûna Barînê re xeyalên min yên zaroktiyê pêk hatin."   'Hêvî me jinan li ser lingan digire'   Xanimê di dawiya axaftina xwe de balkişand  ser tekoşîna jinan û wiha got: "Koçberî bi serê xwe zehmetî bû. Welat dûr mezinbûyîn bi serê xwe bi êş bû. Wek jinekê her çiqas min êş, zehmetî, zorî, dîtibe jî tu carî min dest ji tekoşîna xwe berneda. Ji bo min her tim fikir û felsefeya Rêber Apo esas bû, li gor wê jî tev geriyam. Di dema Rejîma BAAS'ê de me di xebatê de gelek zehmetî didît. Ruxmî wan jî tu carî me dest ji karê xwe berneda. Piştî zilma rejîma BAAS'ê me kêliyên azadiyê bi kêfxweşiyek mezin jiya. Lê di demek kurt dee DAIŞ’a hov êrîşî Kobanê kir, em neçar man koçî Bakurê Kurdistanê bibin. Şervanên me bi berxwedanek mezin Kobanê rizgar kirin û em car din vegeriyan ser axa xwe. Piştî em vegeriyan car din me dest bi xebatê kir û me hewil da em bi awayekî lez hemû saziyên xwe vekin û xebatên jinê hîn bi awayek xurt bimeşînin. Em jin bi saya Rêber Apo bûn xwedî hêza bi rêvebirina civaka demokratîk. Em ê heya dawiyê ji bo hevjiyana azad têbikoşin."