TJA'yê banga xwedîderketina Zimanê Kurdî kir 2020-05-14 12:54:45   AMED -TJA'yê banga xwedîderketina Zimanê Kurdî kir û wiha got:"Di vê roja pîroz de em di şexsê hemû têkoşer, kedkar, şopdar û hezkiriyên zimanê Kurdî de bi rêzdarî silav dikin û Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.Em di roja Cejna Zimanê Kurdî de careke din banga xwedîderketina zimanê Kurdî dikin û heta dawîyê em ê piştevanê têkoşîna azadkirina hemû zimanên bindest bin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi munasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand. TJA'yê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got:"Pirsgirêka ziman di heman demê de pirsgirêka jinê ye. Ji ber ku yên herî zêde têkoşîna ziman û xwebûnê didin jin in. Yên jiyana civakî ya kevnar bi vegotinê heta niha anîne jin in. Herî zede jî em dikarin jinên Kurd mînak bidin. Li gel hemû curêyen êrîşên qirkirina çandê jî heya dawiyê jinan di ziman û çanda xwe de israr dikin. Jinên Kurd in ên ku vê israrê dikin."   Di berdewamiya peyamê de wiha hat gotin:   "Pirsgirêka ziman di heman demê de pirsgirêka jinê ye. Ji ber ku yên herî zêde têkoşîna ziman û xwebûnê didin jin in. Yên jiyana civakî ya kevnar bi vegotinê heta niha anîne jin in. Herî zede jî em dikarin jinên Kurd mînak bidin. Li gel hemû curêyen êrîşên qirkirina çandê jî heya dawiyê jinan di ziman û çanda xwe de israr dikin. Jinên Kurd in ên ku vê israrê dikin. Ji bo wê jî dema serdest dixwazin civakê bi rêya asîmîlasyonê tune bike destpêkê jinan hedef digirin. Serdestên Tirkîyeyê jî her dem bi re ya kampanya ya xwestîye jinên Kurd bê ziman bike. Ji bo ku jin nasname û avakirina civakê ye ev êrîşên dijwar li ser jina Kurd tê domandin.    Li çar parçeyên Kurdistanê jinên têkoşer ên kurd sînorên desthilatdaran bê wate kirine. Jinên wekî Leyla Qasım, Şirîn Elhemhulî nasname û hebuna Jinên Kurda bi bîr tinin. Em şopdare berxwedan û sekna wa nin. Îro jî, em careke din vê rastiyê aşkera dikin. Di vê roja pîroz de em di şexsê hemû têkoşer, kedkar, şopdar û hezkiriyên zimanê Kurdî de bi rêzdarî silav dikin û Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.Em di roja Cejna Zimanê Kurdî de careke din banga xwedîderketina zimanê Kurdî dikin û heta dawîyê em ê piştevanê têkoşîna azadkirina hemû zimanên bindest bin."