Nehiştin cenaze bê şuştin 2020-05-14 12:31:42   SEMSÛR - Cenazeyên 2 HPG’iyên ku li bejahiya Semsûrê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin veþartin. Leþkeran destûr da ku 5 kes tevlî merasîma definkirinê bibin û şûştina cenazeyan jî asteng kirin.   Ji 3 HPG’iyên ku di 7’ê gulanê de li bejahiya Korê ya Semsûrê, di pevçûnekê de bi êrîşa hewayî jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyê Zeynel Alakûş û Gafarî Yorûlmaz hatin veþartin. Malbatan duh cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê girtibûn. Ji ber ku şaredariyê wesayîta cenaze nedabû, malbatan ji fîrmayeke Amedê wesayîtên cenaze temîn kiribûn û cenazeyên xwe biribûn Semsûrê.    Cenazeyê  Zeynel, li gundê Tolmez û cenazeyê  Gafarî  jî li gundê Gomik ên girêdayî navenda Semsûrê hatin definkirin. Leþkeran, li her du gundan jî destûr nedan ku cenaze bên şûştin û ji bo merasîma definkirinê jî tenê destûr dan ku 5 kes tevlî bibin.