Şemsa Bekir:Şoreşa Rojava yek ji deskeftiyên berxwedanê ye 2020-05-14 09:12:00   Ronîda Hacî-Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Jina bi navê Şemsa Mihemed Bekir teqez kir ku Şoreşa Rojava di jiyana jinên Ereb de guhertinên gelekî mezin û bi wate da çêkirin û got: "Şoreşa Rojava enerjiya me ya veşartî derxiste holê.”   Li hember zihniyeta baviksalarî ku jinê her dem  hedef digire çirûska azadiyê ya Şoreşa Rojava ku ji Kobanê dest pê kir ji bo jinê bû sedema serdemeke nû.  Jinên ereb ev çirûsk wekî ronahiyekê di jiyana xwe de dibînin û ji bo tevahî jinên cihanê Şoreşa Rojava wekî derbasbûna jinê ya qonaxek nû dibînin. Têkildarî mijarê yek ji koçberên Kampa Waşûkanî Şemsa Mihemed Bekir a 56 salî ye, Şemsa li gundê Leylan ku li Rojavayê Til Temirê dikeve û niha di bin êrîşa dewleta tirk de ye, ji ber dewleta tirk û hevkarên wê neçarî koçberiyê bû. Şemsa rewşa Jinên ereb beriya şoreşê û piştî Şoreşa Rojava û şoreşa jinê nirxand.   'Bi jina azad civakek azad û wekhev ava dibe'   Şemsayê diyar kir netew-dewlet ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe jinan dike hedef û wiha dewam kir: "Sîstemên netew-dewlet di nava civakê de tebeqeya dide avakirin, di rêya kolekirina jinan de civakê dike koleya berjewendiyên xwe. Ji ber ku bi jina azad civakek azad û wekhev ava dibe, berovajî  wê jinê dike kole da ku civak kole û nezan bimîne."   ‘Mêr xwe desthilatdar dibîne, lê ew koleyê desthildariya dewletê ye’   Şemsayê di dewamiya axaftina xwe de wiha got: "Sîstemên baviksalarî mêr dane pêş û di nava civakê de mêr xwe desthilatdar dibîne û jinê dike koleya xwe, lê ya rast ew e ku mêr koleyê desthildariya sîstemên dewletan e . Civaka ku jin tê de ne azad be an jî ne zane be ew civak ew ê her kole bimîne."   'Di nava pêkhateyan de her tevlîhevî û fitne didan çêkirin’   Şemsayê balkişand ser tevlihevî û fitneyên ku Rêjîma Sûriyeyê di nava pêkhateyan de dida avakirin û wiha pê de çû: "Di sîstema Rêjîma Sûriyeyê de mafên xwezayî yên pêkhateyan hatibû xwarin bi taybet mafên Gelê Kurd hat xwarin. Ji bo kurdan axaftina bi kurdî, pîrozkirina 8’Adarê û Newroz qedexe bû. Rejîm her di nava tevgerê de bû ku tevliheviyan di nava pêkhateyan de derxîne holê, mînaka wê jî serhildana Qamişloyê bû ku xwest di navbera kurdan û ereban de şerekî bide çêkirin."   'Netewa Demokratîk yek ji berhem û deskeftiyên Şoreşa Rojava ye'   Şemsayê da zanîn ku Şoreşa Rojava ’Şoreşa Jinê’ bendava koletiyê şikand û wekhevî di navbera pêkhateyan de da avakirin û wiha got: "Li hember sîstemên netew dewlet sîstema Netewa Demokratîk ku yek ji berhem û deskeftiyên şoreşa Rojava ye hate pejirandin û rûniştandin. Ev deskeftî jî bi saya berxwedan û têkoşîna bi sedan jinên şoreşger e."   'Dîroka jinê bi berxwedan û têkoşînê dewlemend e'   Şemsayê destnîşan kir ku wekhevî, edalet û jiyana hevpar yek ji encamên berxwedana jinan a bi hezarê salan a li hember sîstemên baviksalarî ye û wiha dom kir: "Şoreşa Rojava yek ji deskeftiyên berxwedana jinan a 8’ê Adarê ye, ku li hember mafxwestinê serîhildan, di Şoreşa jinê de ji berxwedana şehîd Sakîne Cansiz bû nimûneya jina azad, em wekî jinên ereb em pir bi hêz, berxwedan û têkoşîna wê bandor bûn. Niha jî li ser jiyana wê ez pir lêkolîn dikim û li ser dinivîsînim, di roja me ya îro de dîrok berxwedana jinên wekî Avesta, Barîn, Hevrîn û dayika Eqîde dinivisîne."