‘Zarokên me wê bibin kabûsê we’ 2020-05-14 09:07:00   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Jinan bertek nîşanê êrîşên li dijî goristanan dan û diyar kirin ku ev pêkanîn dij mirovî ne û wiha gotin: “Nefret û kîna xwe ya li hember kurdan wisa nîşan didin. Wê zarokên me bibin kabusên we. Hun çi dikin bikin hun ê winda bikin.”   Li Amed, Muş, Wan û gelek bajarên din li dijî goristanên PKK’iyan êrîş pêk hatibûn û vê pêkanînê rê li ber bertekên mezin vekiribû. Jinan diyar kirin ku rêzdariya li hember cenaze û goran nirxek gerdunî ye û gotin êrîşên pêk hatine jî dij mirovî ne.   ‘Di tu baweriyê de ev hovîtî tüne ye’   Şemsa Bagdu da zanîn ku di hemû baweriyan de gor pîroz in û got: “AKP û MHP hovîtiyeke ku nehatiye dîtin pêk tînin. Kesên îdia dikin ew musliman in li miriyan îşkencê dikin. Nefreta li hember Kurdan wisa nîşan didin. Di tu baweriyê de hovîtiyeke wisa tüne ye. Bi şev xew nakeve çavê me. Em dibêjin wê êrîşî gora kîjan zarokên me bikin. Êrîşên li hember goran kezeba me dişewitîne. Wê rojekê hun jî bikevin bin wê axê. Lê em nikarin dest bidin gora kesî. Ji ber em mirovên xwedî wijdan û ahlaqin. Di roja Dayikan de ev êrîş bi zanebûn pêk hatin. Çi dibe bila bibe, baweriya me ya bi zarokên me her diçe mezin dibe.”   ‘Bila êdî Kurdên piştgiriyê didin AKP’ê dengê xwe bilind bikin’   Ayşe Aybek jî da zanîn ku ewqas ji zarokên kurd ditirsin êrîşê cenazeyê wan jî dikin û wiha berdewam kir: “Ev hovîtiyek mezin e. Erdogan xwedî wijdanek çawa ye gelo. Li aliyekî êrîşî goran dikin li aliyê din jî zarokên me ji zindanan dernaxin. Ev tiştekî bi xof e. Divê kurd êdî bibin yek. Ez bang li kurdên ku piştgiriyê didin AKP’ê dikim. Êdî li dijî vê zilmê bêdeng nemînin.”   ‘Wê zarokên me bibin kabusê we’   Emîne Çig jî daxuyakirin ku êrîşa li hember goristanan, dijminahiya li hember kurdan nîşan dide û wiha berteka xwe anî ziman: “Hestiyên zarokên me wê bibin kabusên we. Her cara hun serê xwe bidin ser balgîfê wê zarokên me dest bikin qirika we. Wê bibin kabusên we. Çeteyên xwe ji ser cenazeyên zarokên me vekişînin.”   ‘Hunê winda bikin’   Hakîme Bayav jî wiha  got: “Polîtîka dijminahiya li dijî kurdan derxistin asta herî jor. Êrîşên li hember goristanan di dema AKP’ê de çêbûn. Heta niha me pêkanînek wisa li tu derê cîhanê nebihistibû. Li vî welatî tiştên bi xof tên jiyîn. Ez êdî matmayî jî namînim. Lê hun ê winda bikin. Hun çiqas êrîş bikin hun ê winda bikin.”   ‘Em ê ji riya xwe venegerin’   Kumriye Çetînkaya jî berteka xwe wiha anî ziman: “Dijminahiyê wijdan û çavên wan kor kiriye. Wê di nefreta xwe de bifetisin. Çi dikin bila bikin, em bi zarokên xwe serbilind in, têkoşîna wan wê riya me ronî bike. Bavêjin zinandan jî êrîş jî bikin em ê ji riya xwe venegerin.”