28 salan li pey kurê xwe yê girtî bajar bi bajar geriya 2020-05-14 09:05:00   MUŞ - Dayika girtiyê bi navê Harun Sînîm yê li girtîgeha Tîpa T ya Wanê girtî ye, Sabriye Sînîm da zanîn ku kurê wê 28 sale girtî ye û ji ber surgunkirina kurê xwe bajar bi bajar geriyaye.   Harun Sînîm di 31’ê Mijdara 1993’an de li gundê Eralan ê Muşê hat girtin û heta niha surgunê gelek girtîgehan hat kirin. Herî dawî jî şandin girtîgeha Tîpa T ya Wanê. Harun Sînîm di 1’ê Nîsanê de bi 4 girtiyan re hat îşkencekirin. Hat hînbûn ku Harun rapor girtiye û reşiya çavên wî yê kul 10 roje derbas nebûye. Dayika wî Sabriye Sînîm daxuyakirin ku 28 sale li pey kurê xwe bajar bi bajar geriyaye . ‘Tên îşkencekirin’   Sabriyeyê destnîşan kir ku Harun ji mîdeya xwe nerehete û wiha pê de çû: “Di telefonê de ji me re got ‘zext û îşkenceyan li me dikin’. Ji ber ez nexweşa diyalîzmê me beriya vîrusê jî nikaribûm biçim hevdîtinê. Hevdîtina telefonê 20 deqe ye. Hema diqede. Em di telefonê de jî her tiştî nikarin bipirsin.”   ‘Sirgûnî gelek cihan hat kirin’   Sabriyeyê daxuyakirin ku kurê wê heta niha sirgûnî gelek cihan kirin û got beriya Wanê li Tekîrdag, Êlih, Bedlîs, Amed, Agirî û Muşê maye. Sabriyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo nêzî me be me daxwazname da lê qebûl nekirin. Kesekî me tüne ye biçe hevdîtinê. Min heta niha gelek pere da heqê rê.”   Sabriyeyê her wiha bi lêv kir ku hevjînê wê jî di 31’ê Mijdara 1993’an de di operasyona li ser gund de hatiye binçavkirin û carek din agahî jê nehatiye girtin û got qerekolê tenê cil û bergên wî ji wan re şandine.