Foza Yûsif: Em dikarin bi yekîtiya neteweyî Lozanê têk bibin 2020-05-14 09:01:00       Ronahî Nûda   QAMIŞLO - Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Foza Yûsif derbarê yekrêziya Kurdî de nirxandinên girîng kirin û da zanîn ku ew dikarin bi yekîtiyê xwe biparêzin û pêþeroja xwe ava bikin û got: "Em dikarin bi yekîtiya neteweyî peymana Lozanê û Sykes Picot têk bibin."    Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Nîsanê de bi rêya telofênê hevdîtinek pêk anî. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina telefonê de bal kiþandibû ser yekrêziya Gelê Kurd û di heman demê de diyar kiribû ku li Rojavayê Kurdistanê heta hêz çênebe çareserî pêþ nakeve. Têkîldarê van mijaran  Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Foza Yûsif  derbarê hevdîtina herî dawî ya bi  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbûye bersiva pirsên ajansa me da.    Protokola ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi Îdrîs Barzanî re îmze kiriye hûn ji bo vê demê çawa dinirxînin?   Bê guman her tim hêzên destihalatdar ji bo dagirkirina Kurdistanê hewil dane ku kurdan li hember hev rabikin û bidin þerkirin. Di sala 1982'an de jî hewildanek wiha hebû ku di nava hêzên kurd de þerek çêbibe. Protokala ku di sala 1982'an de di navbera birêz Îdrîs Barzanî û Birêz Rêber Apo de çêbû, pir bi wate ye û mirov dikare bêje protokoleke dîrokî  ye û em dikarin di roja îro de yêkîtiya kurdan li ser wî esasî ava bikin. Di wê protokolê de tê gotin ku em hemû pirsgirêkên xwe bi rêya dîyalogê çareser bikin û ji zimanê çekê xwe dûr bixînin. Ew tiþtekî pir sereke ye ku em wek tevger û partiyên kurdî ji xwe re esas bigirin. Em niha di cîhanêkê de ne ku herkes hewil dide em wek kurd nebin xwedî maf û  li hember deskeftiyên me  êrîþek pir mezin heye. Di nava partiyan de çiqas birdozî ji hev cuda be jî berjewendiyên neteweyî yên hevbeþ hene ku em hemû li hember wan berjewendiyan hiþyar bin. Em nêrîna xwe ya birdozî nekin asteng li pêþiya berjewendiyên hevbeþ yên neteweyî. Ev protokol ji bo yekîtiya kurdan girîng e û mirov dikare di roja îro de ew xalên ku hatine pêþxistin esas bigire û ser wî esasî bimeþe.  Ev weke berpirsiyartî xwe dide ser milên partiyên siyasî yên ku ji civaka Kurdistanê re pêþengtiyê dikin. Rojevîkirina Rêber Apo a vê protokolê bi wate ye, ji ber ku em di roja îro de jî bi heman xeteriyê re rû bi rû ne û protokolek wiha li ser me ferz e ku em bikin rojeva xwe.   Hewildana hêzên hegemonîk ji bo nûkirina peymana Sykes Picot û Lozanê heye, em çawa dikarin van peymanan têk bibin?   Îro li tevahî Rojhilata Navîn de nexþeyên siyasî yên nû tên amadekirin û amadekarî ji bo sedsaleke nû tê kirin ku Rojhilata Navîn pêþeroja xwe li gor wê bimeþîne. Hêzên hegemonîk di cîhanê de di nava pevçûnek mezin de ne û hewil didin ku her yek çawa berjewendiyên xwe di vê sedsala 21'ê de biparêzin. Weke Gelê Kurd, em bi pêvajoya dîrokî re rû bi rû ne, sedema wê jî em di sedsala 20'î de bê welat, bê ax hatin hiþtin û hatin parçekirin, lewma gelek lîstîk li ser me çêbûn û ev lîstik di vê serdemê de jî dewam dikin. Niha jî hewildana hêzên dagirker yên li Kurdistanê heye ku tîfaqa Sykes Picot û Lozanê nû bikin, dixwazin ew rewþa dagirkeriya li ser Kurdistanê di sedsala 21'ê de jî berdewam bike, deskeftiyên ku heta niha derketine holê tune bikin û ev ne ji bo yek parçeyê Kurdistanê ye hemû parçeyên Kurdistanê ye. Siyaseta îmha û înkarê hîn li ser kurdan bi dawî nebûye, hîn jî kurd di bin þûrê qetlîamê re derbas dibin. Divê em bizanibin ku deskeftiyên me û parastina van deskeftiyan di yekîtî û hevgirtina Gelê Kurd re derbas dibin. Em çiqas vê yekîtiyê xurt bikin em dikarin ewqas deskeftiyên baþûr û rojavayê Kurdistanê biparêzin û em ê bikaribin polîtîkaya îmha û komkujiya ku li Bakurê Kurdistanê tê meþandin û di heman demê de darvekirinên ku li rojhilatê Kurdistanê Îran dide meþandin em dikarin asteng bikin.   Li Kurdistanê parçeyekî din nikarê xwe ji parçeyê din cuda bike, dijminê me jî wiha me nagire dest, her parçeyek xweseriya wî heye, lê nayê wê wateyê ku tu aliyên me yên hevbeþ nîne. Îro bi rengekî pir xurt civaka Kurdistanê bi awayekî pir zindî ji  hev bilê bandor dibin, ji ber ku her çiqas Kurdistan hatibe parçekirin jî Gelê Kurd bi kêyfxweþî û nexweþiya hevdu pir bandor dibin, serkeftin û binkeftina kurdan yek e. Pirsgirêka Kurdistanê pirsgirêkek herêmî ye û hemû herêman bandor dike, ger ev pirsgirêk bi awayekî giþtî neyê destgirtin wê her dem aloziya Rojhilata Navîn û kurdan berdewam bike.  Em dikarin bi yekîtiya xwe, xwe  biparêzin û pêþeroja xwe ava bikin, ji bo wê peymana Lozana nû ya ku tê hedefkirin em dikarin bi yekîtiya netewî, Lozanê û Sykes Picot têk bibin. Pir girîng e ku em weke kurd di vê demê de xwe bigihênin stratejî û aqilekî hevbeþ ava bikin û bi xwe ji bo pêþeroja xwe xwedî rol bin. Nexwe em nikarin bêjin her tiþt misoger û baþ e. Îro li herêma me þerê cîhanê yê sêyemîn tê meþandin, desthilatdaran di þerê yekem û duyem de kurd bê maf hiþtin, pêwiste em ji dîrokê derse bigirin û tiþtên ku hatine jiyîn dubare nejîn. Kurdan di sedsala 20'emîn de ji ber parçebûnê winda kirin, divê sedsala 21’ê de bi yekitiyê jî qezenç bikin. Her tim dem ne ewqas guncav e ku em vê yekîtiyê çêbikin.  Di aliyê objektîf û subjektîf de cara yekemin ev dem ji bo yekîtiyê guncav e.  Lewra pêwist e ku em demê pir baþ binirxînin ji ber ku herdem ev îmkan û derfet çênabin.  Ji her carê zêdetir di vê demê de yekîtiya netewî heye û pêwist e hemû partî bi vê berpirsiyartiyê, hiþmendiya dîrokî û berpirsiyartiya pêþerojê tev bigerin, ji bo ku em carek din êþ û azarê sedsala 20'an dubare nekin û nejîn.   Ji bo hêz û rêxistinbûyîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê pêk were pêwistî bi çi gavê heye?   Civaka kurd pir hatiye belavkirin û parçekirin, ev parçebûn jî tesîrek mezin li civaka me dike, ji bo ku em bikaribin civaka xwe ji vê rewþê derbixînin pêwist e em hiþmendiya azadiyê pir bi hêz bikin û rêxistinkirina wê ava bikin. Civaka Kurd bê sazî mane û dema di civakekê de azadî nebe sazîbûn jî çênabe. Di civaka kurd de her dem hinek biryar girtine û ew jî pêk anîne û kurd bûbûn amûra pêkanînê. Rewþa dagirkeriyê îradeya rêvebirê tune kiribû. Di dema berê de du mirovên kurd nikaribûn bihatana li gel hevdu, lê niha em ber bi sazîbûnê ve diçin û her ku sazîbûn çêdibe hîn zêdetir hevgirtina civakî xurtir dibe û xwebûyîn çêdibe.  Tu çiqas rêxistinbûyina xwe çêdikî xwebûna xwe ava dike û çiqas xwebûna te hebe hiþmendiya rêxistinbûyina te derdikeve pêþ. Em pêwist e weke civaka Kurd mezin bifikirin, wek civak pêwistiya me heye ku em di nava xwe de rêxistinkirî bin û em bikaribin bi civakên din re jî di nava yekîtiyê de bin. Di sedsala 20'an de gelek pêkhate hatin li beramberî hev û li dijî hev þer kirin, ev yek jî hiþt ku hîn bêtir netew-dewlet xurt û bi hêz bibe û doz, wekhevî û  hevkariya gelan jî lawaz bibe. Niha jî gelek hewildan hene ku fikrê þowenîst di nava civakan de  de pêþ bixînin. Di serî de dewleta tirk û hemû hêzên desthilatdar hewil didin ku di nav gelan de dijminatiyê derbixînin, ji bo wê jî pêwist e em di vê derbarê de pir hiþyar bin û çiqasê em bi stratejî, asoyekî berfireh û demdirêj mijaran mêze bikin, ewqas em dikarin xwe ji vê tevlîheviyê û felaketa ku di herêmê de tê jiyîn biparêzin. Her wiha ger armancên me biçûk bin em ê bifetisin, Rêber Apo jî vê yekê bi zimanêkî gelêrî anî ziman û behsa dikana biçûk û mezin kiriye, ji bo civaka me fêm bike ku em bi fikrek û armancek biçûk nikarin weke kurd xwe biparêzin.   Ji bo yekîtiya Kurd divê demê de li rojavayê Kurdistanê hin gav hatên avêtin, hûn vê çawa dinirxînin?    Têkîliya me bi ENKS'ê re ev demek e dirêje ji bo yekîtiya kurd pêþ bikeve heye. Weke Rojavayê Kurdistanê em jî di pêvajoyek pir girîng re derbas dibin, ji ber ku alozî li Sûriyeyê  berdewam dike. Di vê demê de ger em weke Gelê Kurd li Sûriyeyê bi nêrîn, daxwaz û siyasetek hevbeþ tev bigerin, em ê hîn bêtir bi hêz bibin.  Di dema derbasbûyî de hin nakokî di nav hêzên siyasî yên kurdî de çêbûn, van nakokiyan jî hiþt ku di hin civînan de temsîla kurdan bi awayekî þênber çênebe û dijminê me jî li ser vê yekê dilîzin, ji bo me bînin beramberî hevdu.  Em wek Partiya Yekîtiya Demokratîk îqnan e ku pêwistiya me bi yekrêziya partiyên siyasî yên kurd li rojavayê Kurdistanê heye. Yekîtiya kurdan li Rojava tenê bi PYD'ê û ENKS'ê çênabe, pêwist e hemû partiyên din jî beþdarî vê yekîtiyê bibin. Niha hinek gavên erênî hatine avêtin lê hîna bi encam nebûne. Em bi hêvî ne ku ev gav bi awayekî baþ bi rê ve biçe.  Ji ber ku di aliyê Kurdistanê û navneteweyî de derfet guncav in. Di demên derbasbûyî de hêzên derve li hember yekîtiya neteweyî ya kurd gelek astengî derxistin, cara yekemîn e ku berjewendiyên navneteweyî û yekîtiya kurdan dighêje hev, ev yek jî em weke kurd binirxînin firseteke dîrokî ye. Divê em vê pêvajoyê baþ binirxînin. Ji her aliyê ve zirûf guncav in ji bo ku gavên erênî werin avêtin. Em jî wek Partiya Yekîtiya Demokratîk çi erk û berpirsiyartî bikeve ser milê me ji bo ku em van hewildanan bi awayekî erênî encam bikin. Em dikarin bi vî awayî destê dijmin di nava xwe de tune bikin, xwe baþtir biparêzin û em bibin zimanê mafê Gelê Kurd.   Têkîliya we bi Rejîma Sûriyeyê re di çi astê de ye?   Heta niha tu guhertin di nêzîkatiya Rejima Sûriyeyê de tune ye. Wer diyar e ku bi rewþa Idlibê, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî , aloziya Sûriyê wê dewam bike.Her wiha wê rewþa ambargo di meha Hezîranê de bi qanûna Sezar  ve  girantir bibe û bandoreke mezin li ser Sûriyê çêbike. Nepêþxistina çareseriyek li Sûriyeyê dihêle ku hîn bêtir alozî kûrtir bibin û destên hêzên derve li Sûriyeyê bi hêz bibin. Me hewil da û hewildana me hîn jî berdewam in ji bo aloziya li Sûriyeyê bi dawî bibe pêwistî bi guhertinek demokratîk, çareseriyek siyasî ya bingehîn û guhertin û veguhertinên bingehîn hene, lê belê heta niha gavek ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve nehatina avêtin. Guhertin û veguhertinek demokratîk di sistema rêveberiyê de pêwist e. Her wiha hemû pêkhateyên ku li Sûriyeyê dijîn pêwist e di pêþeroja Sûriyeyê de xwedî rol bin û mafê wan bê misogerkirin.  Ger ev nebin wê herdem þer û alozî bi rengekî ji rengan wê berdewam bike. Mirov dikarebêje nêzîkatiya muhafazakar û nêzîkatiya kevin ên dewleta Sûriyeyê di vê pêvajoyê de jî berdewam e.    Rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd û herêmê de çawa ye?   Rêber Apo  Rojhilata Navîn pir baþ nas dike û xwedî dîtina pêþerojek pir zelal û pir bi hêz e. Her wiha Rêber Apo li Sûriyeyê 20 salan ma û rewþa Sûriyeyê, Lubnan, Tirkiyeyê û tevahî Rojhilata Navîn ji nêz ve diþopand û di siyasetê de cih girt û rol lêyîst.  Rêber Apo di civaka Kurdistanê de tê guhdarkirin û di heman demê de Gelê Kurd nêrîn û perspektîfa Rêber Apo ji bo jiyan û siyaseta xwe esas digirin. Pênasekirina Rêber Apo wek girtiyek siyasî ango þexsek dest girtin bi xwe re þaþtiyek mezin derdixîne holê.  Rêber Apo di perspektîfa çareseriya netewa demokratîk de xwedî paradîgmayek pir bi hêz e, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd de rolek mezin dileyîze.  Tecrîda ku dewam dike, armanca wê nederketina perspektifa Rêber Apo ye. Gel her dem dibêje 'Çareserî li Îmraliyê ye' , ji bo wê jî Rêber Apo muxatab girtin rê li pêþiya çareserî, guhertin û veguhertinekî mezin ferz dike.     Abdullah Ocalan ji eþîrên Ereban û dostên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re silav þandibû, nêzîkatiya eþîrên ereban ji piroje û fikrên Rêbertî re çawa ye?   Rêber Apo ji bo gelê Rojhilata Navîn di parêznameya xwe de perspektifek pir xurt danî. Pirsgirêka Rojhilata Navîn yek e û gelê ereb jî vê heqîqetê baþ dibîne. Gelê Ereb ji þerê 10 salan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tecrube girt.  Perspektifa netewa demokratîk hiþt ku em bi hev re pêþeroj, jiyan û hîmê civakeke nû  ava bikin. Ger têgeh û teoriya netewa demokratîk nebûya, divê ku rewþa me ji rewþa Lîbyayê xirabtir bûya û wê þerekî navxweyî dê derketiba. Civaka Ereb jî gelek serpêhatî jiyane û dîtine, her wiha baþ dîtine ku çareserî ne di dijminatî de ye, çareserî bi hev re pêþerojek azad avakirin e. Civaka Ereb civakeke polîtîk e, fikrê Rêber Apo baþ diþopînin, fêm dikin û taqdîr dikin,  ji ber ku ew jî aloziya ku li herêmê tê jiyîn heta hestiyên xwe jiyane.  Netewa demokratîk  ji bo Sûriyeyê û tevahî herêmê pencereya çareseriyê ye.Em çiqasî netewa demokratîk bi rêxistin bikin ewqas dikarin pêþiya þowenîzîm, faþîzîm û netew dewletê bigirin. Civaka ereb jî bi vê hiþmendiyê tev digere û li ser vê esasê nêzî rastî û fikrên Rêber Apo dibin.