301 karkerên Somayê hatin bibîr anîn 2020-05-13 15:42:31   MANÎSA - 301 karkerên ku li Soma di kana komirê de jiyana xwe ji dest dabûn li ser gorên xwe hatin bibîr anîn. Her wiha li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û wiha hat gotin: "Hêrsa kar a patron û hikûmetê di pêvajoya koronayê de bi feraseta 'bila hilberîn dewam bike, çi dibe bila bibe dom kir. Bila komir derkeve çi dibe bila bibe' nêz dibin. Em vê ferasetê şermezar dikin."   Li Navçeya Soma ya Manîsayê di 13'yê Gulana 2014'an de, di kana komirê de hezan çêbûbû. Di hezana kana komirê de 301 karkerên komirê jiyana xwe ji dest dabûn. Karkerên komirê yên jiyana xwe ji dest dabûn, li ser gorên xwe  hatin bibîr anîn. Her wiha Rêxistinên civakî yên sivîl li gelek bajaran bi dayîna daxuyaniyan qûrbaniyên Komkujiya Somayê bibîr anîn.    Malbat û nûnerên rêxistinên sivîl û civakî beşdarî bernameya bîranînê bûn. Malbat û nûnerên rêxistinan di bernameya bîranînê de qurnefil danîn ser goran û dua kirin. Zarokên ku temenê wan kêmî 14 salî bûn, bi destûra saetên navbera 11.00 - 15.00'an hatin ser gorên bavê xwe û gorên bavên xwe ziyaret kirin. Girseya ku li ser goran karker bibir anîn rûpoş xistin rûyê xwe û lepik xistin destê xwe.    Li Enqerê daxuyanî hat dayîn    Li Enqereyê rêxistinên kedê DÎSK, KESK, TMMOB, Odeya Muhasebe û Muşavîran, Odeya Bijîşkan li avahiya Odeya bijîşkan daxuyanî dan çapemeniyê û nûnerên van saziyan beşdar bûn û pankarta “Me Somayê ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin” hildan. Di daxuyaniyê de Serokê Odeya Bijîşkan a Enqereyê Vedat Bulut û Nûnerê DÎSK’ê Tayfûn Gorgun axivîn û gotin: “Çerx dizivire, kedkar û karker dimirin. Ew ne qezaya kar e, cînayeta kar e. Her sal komkujiyên wek a Somayê pêk tên. Em ê komkujiyê ji bîr nekin. Ev wezîfeya me hemûyan e.”   Cînayeta ser kar li Edeneyê hat şermezarkirin    Baroya Edeneyê jî têkildarî salvegera komkujiyê daxuyaniyek nivîskî belav kir, di daxuyaniyê de qûrbanî bibîr anî û hat gotin dê li dijî komkujiyê têkoşîna xwe berdewam bikin. Serokê Odeya Endezyarên Madenê ya Edeneyê Mehmet Yilmaz jî daxuyanî da û qûrbaniyan bibîr anî û got ew ê vê bobelatê ji bîr nekin û got ne qezaya cînayeta kar pêk hatiye.   Komkujiya Somayê li Hatay û Îzmîrê hat şermezarkirin    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Îskenderûnê jî têkildarî bîranîna qûrbaniyên Somayê civîna çapameniyê li dar xist û Hevseroka komeleyê Ayten Kilinç daxuyanî da û ji bo ew komkujiya Somayê ji bîr nekin wezîfeya her kesî ye.   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê jî, bi boneya salvegera Komkujiya Somayê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hêrsa kar a patronan û hikumeta AKP'ê mîna di şert û mercên îro yên koronayê de, bi feraseta 'bila hilberîn dewam bike, çi dibe bila bibe. Bila komir derkeve çi dibe bila bibe' nêz dibin. Em vê ferasetê şermezar dikin."