Fehîme Saruhan: Biryar dijhiqûqî ye 2020-05-13 09:11:00   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Ji aliyê Wezîrê Karên Hûndir ve Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê ya HDP’ê Fehîme Saruhan ku carekê ji peywirê hatibû dûrxistin careke din ji heman peywirê hat dûrxistin. Fehîme, bertek nîşanê vê biryarê da û got û ev biryareke dijhiqûqî ye.    Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyê ve di 12’yê Cotmeha 2019’an de operasyon hatibû destpêkirin û di encama serdegirtina malan de Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fehîme Saruhan hatibû binçavkirin. Fehîme di 14’ê Cotmeh a 2019’an de bi hinceta “endama rêxistinê ye” û “propagandaya rêxisstinê kiriye” hat girtin. Serdozgeriya Komara Şirnexê piştî 45 rojan ji ber delîlên kêm di 2’ê Kanûna 2019’an de bi şertê “kontrola edlî” Fehîmeyê tehliye kir. Fehîme ya ji ber lêpirsîna derbarê wê de ji aliye Wezîrê Karên Hundir  ve ji peywirê hat girtin piştî ku derbarê doza wê de biryara ‘bêşopandinê’ hat dayîn jî nikare biçe ser kare xwe. Li gel biryara  bêşopandinê ya doza Fehîmeyê, dema ji durxistina wê ya kar dumehên din hat dirêjkirin û bi  vê biryarê re cara duyem ji kar hat dûrxistin.     Herwiha Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig û Hevşaredara Hezexê Songul Erden ku qeyûm tayînê şûna wan hatibû kirin jî ji aliye Wezîrê Karên Hundur ve peywirê hatibûn dûrxistin. Piştî lêpirsîna derbarê hevşaredaran de careke din durxistina wan a ji peywurê jî du mehan hat dirêjkirin. Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê Fehîme Saruhan di derbarê mijarê de axivî.   ‘Li cihanê tu dewlet wekî Tirkiyê dijhiqûqî tevngere’   Fehîme, diyar kir ku biryara derbarê wan de bê edaletî ye û wiha got: “Piştî ku hatim girtin şûnde min ji peywirê dûr xistin. Lê belê ji bo lêpirsîna ku derbarê min de hatiye vekirin di demên derbas bûyî de biryara ‘bêşopandinê’ hat dayîn. Li dijî vî biryarê jî ez nikarim biçim ser karê xwe. Ji aliyê Wezîrê Karên hûndir ve carekedin ji kar hatim dûrxistin û du mehan biryara dûrxistinê ji bo min hatiye dayîn.  Ez vê dipirsim û dibêjim ku derbarê doza min de biryara bêşopandinê hatiye dayîn lê li gel vê jî çima nikarim biçim ser kare xwe. Tu sûcê min tune ye û min tenê peywira xwe bi cih anîye. Partiya me  di nav hemû partiyan de di rêzan 3’emîn de ye û ez jî ji aliyê gel ve hatime hilbijartin. Mafê me jî heye ku em karê xwe bikin. Em vîna gel in. Mafê tu kesî nîne ku vîna gel asteng bike. Ew bi xwe jî dizanin ku biryara dane bêedaletî ye.”   ‘Karê wan dizî ye…’   Fehîmeyê, di dirêjiya axaftina xwe de got armanca wan ew e ku wan ji xebatan sarbikin û bêbaweriyê bikin navbera wan û  navbera gel û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê şaredariya me xebatên xwee didomînin. Ew ê negihîjin armanca xwe. Ji ber ku em kurd in gelek tiştana tînin serê me. Êrîşên li dijî HDP’ê tu carî bi dawî nabin û îro ev êrîş berdewam dikin. Biryara ku derbarê min de jî hatiye dayîn nayê qebûl kirin. Karê wan dizî ye. Ew dixwazin vîna gel xesp bikin. Keda gel didizin. Hevşaredar û endamên meclîsê ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ji ber ku îktîdar ew in li gor xwe hemû tiştî rêz dikin û me ji kar dûr dixin. Lê li gel van hemû êrîşan jî em têk naçin û bi hêz dibin. Em vê bê edaletiyê qebûl nakin.”