‘Ger em cewher û wateya jiyanê baş fam bikin jiyan gelekî xweş e’ 2020-05-13 09:09:00   Sara Şêx Hesen   HELEB - Jina bi navê Sebah Hisêno ya ji Helebê ye û ajokara motorsîkletê ye bi têkoşîna xwe pêdiviyên xwe yên jiyanî tîne cih û wiha dibêje : “Di civaka Helebê de şerm e jin motosîkletê bajo, lê min dikaribû li hember wê bisekinim. ‘Ger em cewher û wateya jiyanê baş fam bikin jiyan gelekî xweş e.”   Jin her tim di nava şert û mercên zehmet de dijî.  Jin ji dîrokê heta roja îro li hember zîhniyeta baviksalarî têkoşîna xwe daye meşandin, da ku mafê xwe yê rewa di jiyana xwe de bigire. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re,  di şexsê jina kurd de ya ku bi qehremaniya xwe tê naskirin bû sedem ku jinên ji civak û pêkhateyên dîtir pê bandor bibin. Jina bi navê Sebah Hisêno ya 40 salî ji pêkhateyê ereb e bi eslê xwe Helebî ye.  Sebah dayika zarokekî ye û li taxa Şêx Meqsûd dijî. Sabah motorsîkekê wê heye dajoyê û pê debara mala xwe dike, her roj pê derdikeve xebat û bi rûkeniyeke geş li kolana digere. Sebahê derbarê debara jiyana xwe ya bi motosîkletê de axivî.      ‘Divê jin tiştên ku pê bawar dike pêk bîne’   Di destpêka axaftina xwe de Sebah balkişand ser êşa ku di jiyana xwe de dîtiye û wiha got: “Ez ji malbateke Helebî me, civaka Helebê  jî di aliyê jinê de civakeke pêş neketiye.  Ji bo jinê her tişt şerm e û qedexe ye, lê  ji biçûkaniya xwe de min ji xwe re ev tişt nekiribû bingeh ku ez  ê li ser mezin bibim.  Min di hundir malbtê de têkoşîn kir, li hember van adetên şerm sekinîm ku  ez dikarim jiyana xwe bi xwe bi rê ve bibim û karê ku ez dixwazin bikim. Ez di temenekî  biçûk de zewicîm, ji ber pirsgirêkên malbatî û zîhniyeta ku ji aliyê hevjînê min dihat ferzkirin min zehmetî didît. Niha ez û lawê xwe tenê bi hev re dijîn. Min xwendina xwe temam kir, paşê min dest bi ajotina motorsîkletê kir. Dema mirov xwedî îrade be tiştek nikare li hember îradeyê bibe kelem.”   ‘Di civaka Helebê de şerm e jin motorsîkletê bajo’   Di berdewamiya axaftina xwe de Sebah qala nêrîna civakê ya li ser xebata xwe ya ajokariyê kir û wiha dom kir: “Motorsîkleta min heye ez dajom, pê diçin nava bazarê  û bajêr da ku pêdiviyên dikanê bikirim. Dema ez li ser motorsîkletê bim hin kes bi nêrîna şaş li min mêze dikin û rûyê xwe ser min diguherînin, ez baş dizanim zîhniyata wan çi dibêjê û fikrê wan çi ye. Ji bo min ev yek ne xem e. Di dawiyê de ez xebata xwe dikim.  Li taxa Şêx Meqsûdê tê qebûlkirin ku ev tiştekî  normal e, lê di taxên dîtir ya Helebê mîna Saxûr, Emîliyê, Ezîziyê ev tişt li gel wan nayê pejirandin.  Nêrîna min ew e ku ger mirov bixwaze bijî, divê li hember hemû astengiyan têkoşîn bike.”    ‘Ger em cewher û wateya jiyanê baş fam bikin jiyan gelekî xweş e’   Sabah bang li jinên êş kişandî kir taybet jinên Ereb ku azadiya xwe di jiyanê de mayinde bike û têkoşîna xwe li hember zîhniyeta desthildar mezin bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em jin bijîn, mirovên ku dixwaze bijî divê têkoşîn bike.  Tiştekî jin  kêm nîne ku xwe bi xwe bijî. Ger em cewher û wateya jiyanê baş fam bikin jiyan gelekî xweş e.”