Rêxistina Mafê Mirovan kiryarên Tirkiyeyê şermezar kir 2020-05-12 13:51:40   ŞEHBA- Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê li hember kiryarên dewleta tirk daxuyaniyek li kampa Serdem a Şehbayê da.   Kiryarên dewleta tirk ên derheqê mirovan de her roj zêde dibe. Bi taybet di dema dawiyê de ku mijara leşkerbûna zarokan derketiye pêş. Li gor çavkaniyên herêmî dewleta tirk zarokan jî tevlî şera dike. Têkîldarê mijarê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê li kampa Serdemê ya Şehbayê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêxistina Mafê Mirovan Wefa Bekir ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êşên gelên  Sûriyeyê ji ber destdirêjiya komên çekdar yên girêdayî wê rojana zêdetir dibe û di demên dawiyê de hewildana tengavkirina gel li warên dagirkirî ta ku pêvajoya guhartina demografî bê meşandin û ji bo pêkanîna wê hemû rêbazên tundiyê didin meşandin. Li aliyekî din siyaseta dewleta tirk, piştî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi cih kir, hêzên xwe yê terorîst ber bi Lîbyayê ve şandin.   Hejmara hêzên terorîst yên dewleta tirk gihaşt zêdetirî 8 hezar çete, zêdetirî 265 çete hatin kuştin û zêdetirî 3100 çete li Tirkiyeyê  heya niha tên perwerdekirin. Ev çeteyên ku tên perwerdekirin, wê ji bo herêmên ku Tirkiye dixwaze dagir bike bên şandin. Li gor van hejmaran giştî hejmar digihêje 12 hezar çeteyan. Ev bilanço jî li gor çavkaniya mafê mirovan a Sûriyeyê ye.   Di demên destpêkê de dewleta tirk bi rêya pereyan çeteyan li xwe kom dikin û ber bi herêmên ku dixwaze lê şer bike dişand, li aliyekê din bi hinceta bicihkirina malbatê wan li hin deveran xapandin. Lê xuyaye ku sozdayina Tirkiyeyê ji van çeteyan re negihîşte serî û bi xwe re jî encamên xerab anîn. Çeteyan piştî ku pilanên Tirkiyeyê fam kirin êdî nema dixwazin weke berê ber bi şerê li Lîbyayê ve herin. Li vê derê êdî dewleta tirk dest bi rêbazên nû yên zextê yên li ser çeteyan kir. Dewleta tirk zarokan jî di nava refên kiryarê xwe de dike leşker û dişîne qadên şer, herî dawiyê jî zarokekî 15 salî revandin û paşê ev zarok li Lîbyayê di nava çeteyên wan de hat dîtin.     Em weke Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê, bang li hemû Rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û sivîl, dikin ku zextekê li ser dewleta tirk bikin da ku êdî zarokan tevlî şer nekin, her wiha kiryarên dewleta tirk di derheqê mirovan de bên teşhîrkirin û kesên sûcdar bên dadgehkirin."