Ayşe Berktay: Ji bo girtîgehan pêngavek din jî pêwiste 2020-05-12 09:15:44   Habîbe Eren   ENQERE - Ayşe Berktay qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî têde cih negirtiye wiha nirxand: “Xwestin ji jiyanê tasfiye bikin û xistin girtîgehan. Piştre hewldan ji civakê tasfiye bikin. Hewl dan bi giştî tune bikin. Mirov ne bêhestiyarin lê pêngavek din jî pêwiste.”   Di rojên borî de têde rewşenbîn, nivîskar, rojnameger, akademîsyen û aktîvîst hene 393 jinî bi metnek hevpar diyar kirin ku divê newekheviya di qanûna înfazêde bê çareserkirin.   Bi belavbûna vîrûsa koronayê re rewşa girtîgihan her ku diçe bêtir dikeve nava xetereyê. Ji Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Bertektay yek ji jinên ku îmze avêt metnê, balkişand ser rewşa girtîgehan û diyar kir ku di rewşa ku vîrûsa koronayê li girtîgehan belav bibe de wê qirkirin bê jiyîn.    Ayşeyê da zanîn ku rewşa girtîgehan nebaşe û divê ev pirsgirêk bê çareserkirin û got: “Li ber çavan mirovan terkî mirinê dikin. Ev rewş bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Neheqî heye. Divê tu kes li dijî nexweşiyê bê çare neyê hiştin. Di hawirek wisa de girtiyên siyasî bi nexweşiyê re rû bi rû hatine hiştin. Şertên girtîgehan ji xwe nebaşin. Di rewşa vîrûsê de xerabtire.”   ‘Rêveberiyeke ku zirar û eziyet ji xwe re kiriye peywir heye’   Ayşeyê destnîşan kir ku li derve mirovan li dijî vîrûsê hinek tedbîr girtine lê li girtîgehan mirov ji her tiştî bêpar hatine hiştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêveberiyeke ku her tim eziyet û zirardayîn jixwe re kiriye peywir heye. Di cihên girtî de tiştên bi xof tên jiyîn. Di rewşa vîrûs li girtîgehan belav bibe wê komkujî û qirkirin bê jiyîn. Herî dawî li girtîgeha Sîlîvriyê testa 40 girtî pozîtîf derket. Divê rewşa girtiyên nexweş û bi zarok li ber çavan bê girtin. Di demên dawî de hewcedariya wan ya xwedîbûn û avê jî nayê çareserkirin. Pirsgirêka dezenfektan û paqijiyê heye. Divê her kesî wekhev berdin.”   ‘Piştî tasfiyê dixwazin bi giştî tune bikin’   Ayşeyê da zanîn ku sedema neberdana siyasetmedar, aktîvîst û jinan wiha vegot: “Ji ber wan wek pirsgirêk dibîne. Ji jiyanê tasfiye kirin û xistin girtîgehê. Piştre jî hewldan ji civakê tasfiye bikin. Niha dixwazin bi giştî tune bikin. Lê gumanbarên şîst, îstîsmar, dizî û xespê hatin berdan. Jiyana jinan carek din xistin xetereyê. Tu tedbîr nehatiye girtin û Peymana Stenbol û qanûn pêk nayên. Her tiştê dertê pêş wan wek derfet bikar anîn.”   ‘Divê pêngavek din bê avêtin’   Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku mirov bertekên xwe nîşanê vê neheqiyê didin lê êdî nizanin çi bikin û got: “Mirov di çapemeniya civakî de bertek nîşan didin. Îmzeyan kom dikin. Li meclîsê têkoşîna vê didin. Lê ji bo vê pêngavek din pêwiste. Tiştekî din yê bê şikandin heye. Yek ji parçeyên pêngavên ku nehatiye avêtin girtîge hin. Em wek mirovên vî welatî divê pêngavê bavêjin.”