‘Divê ji bo girtîgehan em dengê xwe bilind bikin’ 2020-05-12 09:14:00   Fîlîz Zeyrek   MERSÎN - Naîfe Çoban ya ku keç û birayê wê di girtîgehê de ye bertek nîşanê qanûna înfazê da û got: “Faşîzma AKP-MHP’ê zarokên me li zindanan terkî mirinê dikin. Divê em dengê xwe hîn bêtir xurt derxin. Her hewce be em ê her roj çalakiya rûniştinê pêk bînin.”   Ji ber vîrusa korona tabloya li cîhanê her diçe giran dibe. Li Tirkiyeyê jî piştî vîrusê rû da hinek tedbîr hatin girtin û di çarçoveya vê de AKP-MHP’ê qanûna înfazê xistin meriyetê. Di qanûnê de ji bo hezaran girtiyên edlî riya tahliyeyê vebû lê mixabin girtiyên siyasî têde cih negirtin. Piştî vê malbatan bertek nîşanê pêkanînê dan. Naîfe Çoban ya ku du keç û birayê wê di girtîgehê de ye bertek nîşan da û got ew bi fikarên mezin pêvajoyê dişopînin.   ‘Em bi fikar in’   Naîfeyê daxuyakirin ku keça wê Şehrîban li girtîgeha Şakran ya Îzmîrê, keça wê ya din li girtîgeha Gebze a Kocaeliyê dimîne û got: “Berê sê keç û kurekî min di girtîgehê de bû. Du heb hatin berdan. Ez ji bo zarokên xwe û hemû girtiyan bi fikar im. Pêvajo bi pirsgirêk e. Dayik êşek mezin dikşînin. Em ji ber zarokên xwe bi fikar in. Faşîzma AKP-MHP’ê tenê kujerên jinan, tacîzkar û çete berdan. Yên fikr û ramanên xwe parastin jî di zindanan de tên girtin.”   ‘Em ê li vîrusê guhdar nekin û çalakiya rûniştinê bikin’   Naîfeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê demildest çareseriyek bê dîtin û got: “Ji her tiştî wê AKP-MHP berpirs be. Ger hewce be em ê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Gelê Kurd bê parastin dimînin. Zilmê bi zarokên me didin jiyîn. Lê em ê teqez bi ser kevin. Li gorî 40 sal berê têkoşîna me îro xurtir e. Divê em ji bo zarokên xwe zêdetir deng bilind bikn. Ger hewce bike, em ê li vîrusê guhdar nekin û çalakiya rûniştinê bikin.”   Naîfeyê destnîşan kir ku bi zarokên xwe re di telefonê de diaxive û got: “Zextên li ser zarokên me zêde dibin. Alavên paqijî û dezenfektanê nadên. Tu tedbîr nehatiye girtin. Ligel wan girtiyên nexweş û kal û pîr, zarok hene. Nexweş jî nayên dermankirin. Dermanên wan nadinê. Her wih pereyê ji ser PTT’ê em dişînin jî rêveberî nade girtiyan. Lê ji ser bankayê didinê. Daxwaza me ev e ku baro û parlamenter li ser rewşa girtiyan bisekinin.”