'Pêwistiya me bi yekbûnê heye' 2020-05-12 09:10:00   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û wiha got: "Çareseriya aloziya Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo re pêkan e."   Di 27'ê Nîsanê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Ev  21 sale Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmaraliyê de di nava tecrîdek girankiriyê de ye, bi taybet piştî belavbûna Vîrûsa Korona tecrîd hîn girantir bû. Her wiha modernîteya kapîtalîzîm jî roj bi roj rehên xwe li ser gerdûnê belav dike û di nava civakê de xwe mayînde dike. Di dawiya sala 2019'an de sîstema kapîtalîzîmê vîrûsa bi navê Korona derxist û li cîhanê belav kir. Ev vîrûs jî bandorek neyênî li ser gerdûn, xweza, civak û lawiran kir. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan projeya netewa demokratîk weke alternatîf hember kapîtalîzmê dide nîşandan. Têkîldarê van mijaran Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel nirxandin kir.   'Fikrê Rêber Apo pergala kapîtalîzmê têk dibe'   Zehrayê di destpêkê de bal kişand ser komployên ku di dîrokê de hatine kirin  û girêdayî wê êrîşên dewleta tirk ên li ser heremê û wiha got:"Dema ku mirov komployê binirxîne, komplo di sala 1925'an de di dema Şêx Seîd de dest pê kiriye. Ji wê roja heta roja me ya îro komplo li ser Gelê Kurd didome. Îro talan, wêran, kuştin, tunekirin, komkujî û qeyranên ku li ser Gelê Kurd tê, yek ji wan lingên komploya navneteweyî ye. Dewletên navneteweyî di nava hev de li hev kirin û komployek li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan meşandin, yek ji wan dewletan, dewleta tirk a faşîst e. Dewleta tirk îro jî bi hemû hovitiya xwe êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û bi van êrîşan dixwaze komploya ku dane destpêkirin bi ser bixînin. Dewleta tirk di sala 2013'an de jî li Fransayê bi destên mîta tirk û fransayê sê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan qetil kir, armanca wan azadiya jin û rêxistina jinê li cîhanê tune bike û ev komkujî bi xwe dewama komploya navneteweyî bû. Dema ku Rêber Apo projeya netewa demokratîk pêşniyar kir, di wê demê de tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev proje pejirandin û li ser bingeha pergala hevserokatîyê li herêman didin meşandin. Her wiha pirsgirêka gel bi rêya projeya netewa demokratîk tên çareserkirin. Bi damezrandina projeya netewa demokratîk komplo têk diçe û fikrê Rêber Apo pergala kapîtalîzmê têk dibe."   ' Li dijî pergala jinê dike amûr yekdengî lazim e'   Zehrayê wiha dewam kir:"Rêber Apo di parêzname û analîzên xwe de pergala modernîteya kapîtalîst dinirxîne û li hember wê jî çareseriyê datîne holê, ji ber wê jî tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo bi awayekî tund tê meşandin. Piştî belavbûna Vîrûsa Koronayê ku bi destên pergala kapîtalîzîm hatiye çêkirin û êdî ev vîrûs bi awayekî lez xwe zindî dike. Pergala kapîtalîzîmê hişt ku mirov ji cewherê xwe derkeve û bandorek neyînî li ser civak û xwezayê çêbike. Armanca pergala kapîtalîzîmê civakeke bê zanînst ava bike û li gor berjewendiyên xwe civakê bide meşandin. Her wiha pergala kapîtalîzîm jinê weke amûra reklamê digire dest û hemû bazarên xwe li ser bedena jinê dide meşandin. Li dijî pergala jinê dike amûr yekdengî lazim e."   'Pêwistiya me bi yekbûnê heye'   Zehrayê herî dawî bal kişand ser gotinên Abdullah Ocalan ên derbarê yekîtiya Gelê Kurd de û wiha dawî lê anî:"Cara yekemîn Rêber Apo bi rêya telefonê bi malbatê xwe re diaxive, her çendî dema hevdîtinê kêm be jî, lê Rêber Apo di wê hevdîtinê de jî banga yekrêziya kurdan dike. Pêwistiya me bi yekbûnê heye da ku em êrîşên dewleta tirk, çeteyên wê û fikrên tarî yên li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê bidin rakirin. "