Em li dijî pergala ku dixwaze jinê tenê bihêle têdikoşin 2020-05-12 09:01:00   Berîtan Canozer    AMED - Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Betul Unsal, bal kişand ser rewşa jinan a di pêvajoya koronayê de û got: "Bi bangewaziyên 'Li malê bimînin' re jin bi şîdetê re rûbirû hatin hiştin. Em li dijî pergala ku dixwazin jinê bi tenê bihelin re têdikoşin."   Şewba vîrûsa koronayê tevahiya cihanê xist bin bandora xwe. Tedbîrên ku hatin girtin ji ber krîzên siyasî û bi taybetî jî ya aborî tedbîr yek bi yek tên sistkirin. Li Tirkiyeyê jî heman rewş heye û tedbîrên ku kêm hatin girtin niha jî tên sistkirin. Derbarê geşadanên pêvajoya vîrûsa koronayê de Berdevka Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Betul Unsal ji ajansa me re axivî.    Betul, di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser krîza pergala kapîtalîst û pergala hegamonîk a gerdûnî ya beriya vîrûsa koronayê û wiha wiha nêrînê xwe anî ziman: "Beriya şewba vîrûsa koranayê li gelek deverên cîhanê li dijî pergalê serhildan pêk hatin. Lê bi vîrûsê re ev serhildan rawestiyan. Ligorî min bi şewbê xweza tola xwe ji pergalê stend. Ji ber ku pergala kapîtalîst li hemberî pergala ekolojiyê gelek polîtîka bi rêvebir, lê bi şewbê re pergala kapîtalîst bêçare ma. Civak bê parastin hat hiştin. Rîska şewbê dihat zanîn lê tedbîr nehatin girtin. Krîza ku bi şewbê re kûr bû dê betir li ser kedkar, jin, xizan û ciwanan bi bandor bibe. Her wiha pergala heyî bi tu awayî nahele piştevaniya civakî jî pêş bike."    'Êrîşê hafizeya civakê dikin'    Betul, diyar kir ku li Tirkiyeyê jî derbarê şewba koronayê de agahiyên rast nehatin dayîn û krîza heyî hat veşartin û wiha dom kir: "Pêvajoya şewba vîrûsê ji aliyê AKP û MHP'ê ve hat birêvebirin û ji dûrê civakê hat birêveberin. Hat diyar kirin ku herî zêde kesên ji 60 mezintirin ji şewbê bi bandor dibin. Kesên 60 mezintirin hafizeya civakê ye. Civak her tiştî ji wan kesan hîn dibe. Lê niha di nava civakê de ev kes wekî zêdeyî hatin dîtin û nayên xwestin. Ev biryar bi zanetî hat girtin û em wekî êrîş dinirxînin. Ne tenê êrîşa fîzîkî êrîşeke li hemberî hafizaya civakê tê kirin."   'Ligel astengiyê em li cem gelê xwe bûn'   Betul, derbarê kampanyaya HDP'ê ya 'Malbatên Xwîşk û Bira' de wiha axivî: "Niha li Tirkiyeyê krîzeke siyasî û aborî heye û hikûmet êdî nikare dewletê bi rêvebibe. Me xwest bi kampanyaya xwe di nava civakê de piştevaniyê pêş bixin. Di vê pêvajoyê de Meclîsa Ciwanan a partiyê xwest ji civakê re bibe alîkar û pêdiviyên civakê bîne cih. Bi xebatên me û bi kampanyayê me nîşan da ku gel ne bi tenê ye. Ligel astengiyên hikûmetê me dîsa xebatên xwe domand."   'Li dijî bi tenê hiştinê re têbikoşin'    Betul, da zanîn ku bangewaziya 'Li malê bimînin' li tevahiya cîhanê pêk hat û ev tişt bi xwe re şîdetê jî anî û Betul, mijar wiha şîrove kir: "Bi bangewaziyên wisa jin bi şîdetê re rûbirû hatin hiştin. Ji bo jinan cihên herî bi xeter mal in û di vê pêvajoyê de jin li malê man. Partiya me di vê pêvajoyê de ji bo alîkariyê xetên telefonê xist meriyetê. Me xwest em xwe bigihînin jinên ku bi şîdetê re rûbirû dîmin û me xwest em piştevaniyê di navbera jinan de xurt bikin. Em li dijî pergala ku dixwazin jinê bi tenê bihelin re têdikoşin û rêxistinbûna xwe mezin dikin. Em ê bi xebatên xwe li dijî polîtîkayên bi vî rengî têbikoşin."    'Pêdiviya gelên Rojhilata Navîn bi aştî û yekitiyê heye'   Betul, di axaftina xwe de bal kişand tedbîrên ku li dijî şewbê hatî girtin û got: "Li Tirkiye û Kurdistanê li dijî şewbê tedbîr hatin girtin lê kêm man. Minaka herî girîng jî girtîgeh in. Hemû girtîgeh û di nav de Îmralî jî heye tedbîr nehatin girtin. "Di vê pêvajoyê de şert û mercên girtîgehan gelek caran hat rojevê lê bi tu awayî nehatin çareserkirin. Niha jî heman rewş didome." Betul, diyar kir ku niha rewşa li Îmarliyê li holê û li vir tecrîdek heye û wiha bi lêv kir: "Ligel bang, pêşniyar û daxuyaniyan dîsa jî li hemberî birêz Abdullah Ocalan tecrîdete girankirî tê meşandin. Piştî 21 salan cara yekem di 27'ê Nîsanê birêz Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Ev tişt girîng bû."   'Yekitî pêwîst e'   Betul, wiha behsa pêyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir: "Di wê axaftinê de birêz Ocalan li ser mijara yekitiya neteweyî sekinî û diyar kir ku pêdiviya gelên Rojhilata Navîn bi aştî û yekitiyê heye. Bi taybetî ji bo serketina kurdan pêdiviya yekitiyê heye. Di mijdara sala 2019'an de li Silêmaniyê konferanseke ciwanan pêk hat û li vir nîqaşên gelek girîng hatin kirin û bi taybetî jî tevlîbûna ciwanên başûrî jî girîng bû. Di konferansê de 'Tora Yekitiya Neteweyî ya Ciwanan' hat avakirin. Em wek ciwanên HDP'ê jî ji bo yekitiyê em ê xebatên xwe bidomînin. Her wiha niha sedema êrîşên li ser Mexmûr û Zînê Wertê ji ber perçebûna Kurdan pêk tê. AKP-MHP Herêma Kurdistanê jî tevlî planên xwe dikin. Ji ber vê sedemê di vê pêvajoyê de yekitiya neteweyî pêwîst e."   'Li hemberî ciwanan polîtîkayên taybet tê meşandin'    Betul, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên dewletê ya li hemberî kurdan û wiha axivî: "Polîtîkayên şer bi taybetî li hemberî ciwanan tê meşandin. Di nava polîtîkayên taybet ên şer de pêşxistina tiryak, fihûş û alkol heye. Bi van hewldanan dixwazin ciwanên kurd ji holê rakin û tune bikin. Ji ber ku hêz û dînamîka ciwanan dizanin û bi wî awayî pêşî êrîşên ciwanan dikin. Em ê têkoşîna xwe li hemberî her cûreyên polîtîkayên şer ên taybet bidomînin."