ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-12 09:00:00   *Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Betul Unsal, bal kişand ser rewşa jinan a di pêvajoya koronayê de û got: "Bi bangewaziyên 'Li malê bimînin' re jin bi şîdetê re rûbirû hatin hiştin. Em li dijî pergala ku dixwazin jinê bi tenê bihelin re têdikoşin." DÎMEN HEYE   *Aktivîstên Parastina Mafên Ajalan, diyar kirin ku bêcaza hiştina êrîşkarên ajalan tê wateya xelat kirinê û gotin: "Zagona Parastina Ajalan a 5199'an nayê pratîzekirin. Mixabin, sûcên li dijî ajalan tê kirin bê ceza dimînin." DÎMEN HEYE   * Hadle Ugur li dijî serdestiya malbat, civak û dewletê şoreşek pêk anî li dijî hemû qedexeyên serî rakir. Hadlê, diyar kir ku jin xwedî bi hêz in û dikarin her tim têbikoşîn û got: "Ez ê her tim bi vê hêza xwe li ber xwe bidim.”DÎMEN HEYE   *Semîra Ehmed a 47 salî derbarê têkoşîn û berxwedana xwe ya li hemberî hişmendiya baviksalarî wiha dibêje: "Ruxmî hemû kelemên ku derketine pêşiya min, lê ez ne poşman im ku di têkoşîna xwe ya jiyanê de min her dem li berxwe da." DÎMEN HEYE   *Endama Yekîtiya Rewşenbîrên bajarê Dêrikê Salîha Qasim, derbarê pêwistiya avakirina yekîtiya kurd de nirxand kir û got:”Pêwist e li gor berjewendiyên gel ji bo avakirina yekîtiya kurdî em tev bigerin, dema ku Gelê Kurd bibe yek hêzeke mezin ava dike. Em dixwazin siberoja yekîtiyê ava bikin.’   *Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û wiha got: "Çareseriya aloziya Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo re pêkan e."DÎMEN HEYE   *Tundiya polîsan di rojên pandemiyê de zêdetir bû. Bi taybet ji li ser herêma Nisêbîna Mêrdînê. Di medyaya civakî de jî em rast hatin ku polîsan çek berdan zarokekî biçuk û bi heman teşeyî jî xwestin zarokek 18 salî binçav bikin.   *Ji bo alîkariyê bidin malbatên ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de pirsgirêka aboriyê dijîn, Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a şaredariyê Silopiyê xebateke komînal da destpêkirin. Bi jinên navçeyê re li ser erdê şaredariyê çandinî tê kirin û hewl didin ku bi hev re hilberînê pêş bixin û jiyaneke komînal avabikin. DÎMEN HEYE   *Fatma Dur ya ku 16 sal in hemşîra beşa girane wiha got: “Hefteyên ewil zehmet bûn. Têkoşîn dihat dayîn lê mirov dimirin. Di carekê de jiyana mirovan diguhere. Mirov dikevin nêrîna ‘evqas fedekarî tê kirin lê nexweş baş nabin’.Vê hefteyê 5 nivînên me rojekê vala man. Ev ji bo me geşedanek pir erênî bû.”   *Naîfe Çoban ya ku keç û birayê wê di girtîgehê de ye bertek nîşanê qanûna înfazê da û got: “Faşîzma AKP-MHP’ê zarokên me li zindanan terkî mirinê dikin. Divê em dengê xwe hîn bêtir xurt derxin. Her hewce be em ê her roj çalakiya rûniştinê pêk bînin.”DÎMEN HEYE   *Ayşe Berktay qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî têde cih negirtiye wiha nirxand: “Xwestin ji jiyanê tasfiye bikin û xistin girtîgehan. Piştre hewldan ji civakê tasfiye bikin. Hewl dan bi giştî tune bikin. Mirov ne bêhestiyarin lê pêngavek din jî pêwiste.”DÎMEN HEYE