Rêveberiya Xweser derbarê qedexeya derketina derve de daxuyanî da 2020-05-11 16:30:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina gel ji Vîrûsa Korona bi daxuyaniyeke nivîskî hin biryarên girîng da.   Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina herêmê ya ji Vîrûsa Korona, bi daxuyaniyek nivîskî dema qedexeya derketina derve dirêj kir. Ji nava hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Kantona Hesekê re ev biryar ne derbasdar e.   Daxuyanî wiya heye:   *Ji roja sêşemê 12’ê Gulana 2020’an ta dawiya cejina Remezanê qedexeya derketina derve li Herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tê dirêjkirin.   *Qedexeya derketina derve îro ji saet 19:00-06:00'an heta roja din sibehê dest pê dike.   *Ji bo hemû bazirgan û dikandaran dikarin ji saet 06:00-19:00 kar bikin.   *Ji bo tevgerên veguhestinê û yên girseyî dikarin li hundur û derveyî bajaran û di navbera dezgehan de kar bikin tevî tedbîrên tenduristî û ji dûrketina kombûna civakî.    *Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ew ê têkeve betlaneyê ji bilî Şaredarî,Tenduristî  û Hêzên ewlekariya hundirîn heta piştî cejina Remezanê.   *Hemû deriyên Sînor girtî dimînin heta ku biryar ji Rêveberiya Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikeve.   *Adetên olî yên di meha Remezanê de tên kirin serbest in dikarin pê rabin, lê belê divê ku tedbîrên tenduristî bigirin û kombûna zêde neyê çêkirin.   *Bi giştî xwaringeh, cafe, dibistan, peymangeh û zanîngeh di dema qedexeyê de girtîne.   *Ji van biryarên ku derketine, lê giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêwîst e pêk werin ji derveyî Kantona Hesekê ji ber ku beriya niha du kes bi nexweşiya Vîrûsa Korona ketin li gorî rewşê wê rêveberiya herêma Cizîrê bi kar û barên guncav rabe.