Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mêrdînê: Divê polîs bê cezakirin 2020-05-11 15:19:28   MÊRDÎN - Di têkildarê êrîşa li hemberî zarokê de Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Merdinê daxuyanî dan û  gotin: "Em ji bûyer û tecrûbeyên xwe yên berê dizanin ku heta niha polîs ji ber kiryarên xwe yên xerab û îşkenceyê li mirovan kirine nehatine cezakirin. Lê em carek din bang dikin ku derbarê wan polîsan de lêpirsîn bê vekirin."   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mêrdînê têkildarî polîsê ku li Navçeya Nisêbînê bi çekan berda ser pişta zarok B.E., daxuyanî dan û xwestin polîs bê girtin. Platformê li ber avahiya KESK'ê ya Mêrdînê daxuyanî da. Parlamentera Mêrdînê û Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay û nûnerên rêxistinên civakî tevlî daxuyaniyê bûn.    Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salîh Kuday, diyar kir ku piştî bûyer li ser medya civakî hat belavkirin hêj nû rayedaran daxuyaniya fermî daye û wiha got: "Em ji bûyer û tecrûbeyên xwe yên berê dizanin ku heta niha polîs ji ber kiryarên xwe yên xerab û îşkenceyê li mirovan kirine nehatine cezakirin. Polîs ji ber erka ku dane wan û dizanin ku nayên cezakirin her tiştî dikin. Polîs û esker vê erka ku dane wan ji bo xwe wekî mertalê zirxî dibînin û îşkenceyê berdewam dikin. Em dixwazin der barê van polîsan de lêpirsîn bê vekirin û bên cezakirin."    Hevberdevka HDP'ê Ebru Gunay, jî xwest polîs ji peyvirê bê dûrxistin û bê girtin û wiha got: "Li gel şewba heyî em dibînin tundiya polîsan û dewletê li herêmê kêm nebûye. Mixabin ji ber polîtîkayên îqtîdara AKP'ê yên bêcezakirinê, polîs vê yekê ji bo xwe dikin zirx û li ser vê axê êrîşî zarok, jin û gorên Kuran dikin. Li ser wan tundiyê dimeşînin. Li Wanê endamên me yên partiyê direvînin. Li Edeneyê zarokan dikujin. Rayedar diyar dikin ku ew ji kar dûr xistine. Lê dûrxistin cureyekî din ê kuştina zarokan e. Dûrxistin bêcezahiştin e."   Ebrû, diyar kir ku çi dibe bila bibe heta dawî van dozan bişopînin û şopdarê vê yekê bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em aşkere li van kesan gilî dikin. Em bang li rayedaran dikin ku demek berî demekê van kesan bigirin û ceza bikin. Em ê şopdorê van bûyeran bin. Ev bûyer encama dijminantiya AKP’ê ya li dijî Gelê Kurd e."