Heyeta HDP'ê li Geverê goristana ku hatî texrîbkirin zîyaret kir 2020-05-11 14:51:17   COLEMÊRG - Heyeta ku di nav de Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz jî heyî ziyaretî goristana ku hatî texrîbkirin kir. Salîha Aydenîz li ser goristanê axivî û got:" Bi van êrîşan em dibînin ku AKP têk diçe. Lê li hemberî van êrîşan em ê bi yek dengî, yek rengî têkoşîna xwe bidomînin û li hemberî vê hovitiyê em ê demokrasiyê,azadiyê û aşitiyê biparêzin."   Di rojên dawî de êrîşên li dijî goristanan berdewam dikin. Herî dawî goristana li taxa Ormanê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê, ji 13’ê adara 2016’an ve ku qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û 79 rojan berdewam kiribû, cara 7’emîn hat êrîşkirin. Cenazeyên  kesên  ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane lê veşartî ne, ji aliyê “kesên nasnameya wan nediyar” ve êrîş pêk hati bû. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Amedê Salîha Aydenîz, Parlementerên HDP'ê Muazzez Orhan, Saît Dede, hevserokên HDP'ê yên Colemergê û navçeya Geverê gorên ku bi êrîşî rû bi rû mane ziyaret kirin.   'Têk diçin ji ber wê êrîşî goristanan dikin'   Li ser goristanê Salîha Aydenîz axivî. Salihayê diyar ku êrîşên li dijî goristanan tê wateya qedandina AKP û MHP'ê û wiha axivî:" Em  îro li Geverê  li goristanan yek bi yek geriyan û me careke din dît ku bi hovane êrîşî goristanan kirine. Ev êrîş ne tenê li Geverê,  Çewlîgê, Amedê û  gelek deverên din ên Kurdistanê pêk hatin. Ev êrîşa jî tiştekî nîşanî me dide, tifaqa  AKP û MHP ber bi qedandinê ve diçin ji ber wê bi tirs û hovane êrîşî goristanê dikin. Ji ber ku destê wan de mirovahî, exleq, hiqûq  nemaye"   'Bi van polîtîkayan ew ê nikaribin pêşiya qedandina  xwe bigirin'   Salîhayê anî ziman ku tu exleq û wîjdana îktîdarê nemaye û got ku bi van polîtîkayan ew ê pêşiya qedandina îktîdara xwe negirin û wiha pê de çû:"  Destê wan de tenê tundî û hovitî maye. Ji ber wê vê rêbazê bi kar tînin. Tu olan de, tu exleqan de êrîşkirina goristana tune ye. Bila hemû cîhan  vê  hovitiyê bibîne. Ev hişmendiye hişmendiya DAÎŞ'ê ye. Dema ku DAÎŞ'ê êrîşî mirovahiyê kir, destpêkê êrîşî goristanan kir. Ev hişmendiye hişmendiya DAÎŞ ye. Tenê êrîşî nirxên kurdan dikin. Li cîhanê  exleqekê dijminahiyê heye, lê em di van êrîşan de dibînin ku exleqê dijminahiye jî nema ye. Ger aşitîxwaz bûna  şûna li hemberî hiqûqê disekinin,  wê li hemberî DAÎŞ'ê bisekininyan. Bila hemû aşitîxwaz,hiqûqnas û parazvanên mirovahiyê bizanibin ku îro faşîzma AKP û MHP'ê mirovahî girtiye dest. Lê bila bizanibin ku  bi van polîtîkayan ew ê nikaribin pêşiya tunebûna xwe bigirin. Bi van êrîşan em dibînin ku AKP têk diçe. Lê li hemberî van êrîşan em ê bi yek dengî, yek rengî têkoşîna xwe bidomînin û li hemberî vê hovitiyê em ê demokrasiyê,azadiyê û aşitiyê biparêzin. Em bang li hemû cîhanê dikin, pêwîst e ku  gelê kurd tenê nehêlin. Li ser pirsgirêka kurd dixwazin li Tirkiyeyê bi faşîzmê rêve bibin. Lê em ê destûr nedin û heta dawiyê em ê li gel daxwazên gelê xwe tev bigerin.   'Çi ji kurê min dixwazin?"   Li goristana gora ku êrîş kirin  cenazeyê Suleyman Aksû yê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû jî heye. Dayika Suleyman Aksoy, Kudret Aksoy jî bertek nîşanî êrîşkirin û dorpêçkirina goristanê da û got:" Kurê min mamoste bû û tu sucê wî tune bû. Kurê min DAÎŞ'ê kuşt. Çima êrîşî gora kurê min kirin,çi ji wî dixwazin?"   Heyet pişt re malbatên ku gorên xizmên  wan hatine texrîbkirin ziyaret kir.