Aktîvîstên TJA'yê cûn serdana dayikên li Sûrê dijîn 2020-05-11 14:45:44   AMED - Bi minasebeta Roja Dayikan, Aktîvîstên TJA’yê û Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn, çûn serdana dayikên li navçeya Sûrê dijîn û roja dayikan pîroz kirin.    Bi minasebeta Roja Dayikan, Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Sûrê ya bernameyek organîze kir. Di çarçoveya bernayê de bi parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun re çûn serdana dayikên Sûrê. Di serdanê de diyariyên ku ji bo dayikan hatî amadekirin hatin dayîn.