Nuran Îmîr: Li Kurdistanê şerekî nû hatiye destpêkirin 2020-05-11 09:23:31   ŞIRNEX - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, êrîşên ku li dijî goristanan tên kirin şermezar kir û got li Kurdistanê şerekî nû yê taybet hatiye destpêkirin. Nuran, ev tiştan anî ziman: “Çawa ku ji laçikên dayikên me ditirsin li dijî wan bi kîn û nefret êrîş dikin îro bi heman rengî êrîşî gorên zarokên dayikên me jî dikin. Ji mezin û ji zarokên kurdan ditirsin. Ev têr nake ji goristanên kurdan jî ditirsin. Ew ê nikaribin pêşiya vê têkoşîna me bigirin.”   Êrîşên li dijî goristanan di demên dawiyê de her ku diçe zêde dibin. Li bajarên Wan, Amed, Mûş û Colemêrgê êrîşên ku li dijî goristanan hatin kirin vê carê jî li gundê Hespîst ê navçeya Hezexê ya Şirnexê heman tişt pêk hat. Hat zanîn ku beriya du hefteyan leşkerên ku çûn gundê Hespîstê êrîşê goristanê kirine û 6 gorên têkoşerên azadiyê xera kirine.   Her wiha li gor agahiyên ku ji gundiyan hatin girtin, leşkeran di nav hefteyekê de du caran hatine goristanê û êrîş kirine. Her wiha di 4’ê Nîsanê de jî êrîşê goristanê hatiye kirin û tevahî heta niha 3 caran êrîşê goristana gund hatiye kirin. Di derbarê êrîşên li dijî goristanan de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuran Îmîr nirxandin kir.   ‘Li Kurdistanê şerekî nû hatiye destpêkirin’   Nuran, di serî de êrîşên li dijî goristanan tên kirin şermezar kir û got ku di tu ehlaqê mirovahiya cihanê de bûyerên bi vî rengî nehatiye jiyîn. Nuran, anî ziman ku di sedsala 21’an de jî ev êrîş û zextên  ku tên jiyîn di sedsala navîn de jî nehatiye jiyîn û wiha got: “Di pêvajoyên hovîtiyê de jî şerê navxweyî yên welatan û netewan de jî gelek sal çêbûne, yanî şerê yekemîn û duyemîn ê cihanê de. Di erdnigariya cihanê de jî mînakên bi vî rengî nînin. Lê belê di erdnigariya Kurdistanê de di salên 90’î de gelek caran bûyerên bi vî rengî hantibûn jiyîn. Îro bi destên desthilatdariya AKP’ê û alîgirê wê MHP’ê di sedsala 21’emîn de ev dîrok xwe dubare dike. Bi awayekî gelek qirêj, bêwîjdanî û bêehlaqî tê dubarekirin. Li Kurdistanê şerekî nû hatiye destpêkirin. Ev şer jî li dijî goristanên zarokên kurdan e.  Çawa ku gelê kurd li ber xwe da û serî netewand, wê îro jî li dijî vê faşîzmê, tu carî serî netewîne. Gelê kurd bi sedan û hezaran cangorî dan. Li gorî xwe digotin ‘me binerd kirine.’ Lê ew betonên ku hatine avakirin dîsa gelê kurd bi berxwedan û rêxistina xwe bêwate kir û hilweşand. Gelê kurd dîsa xwe ji nû ve ava kir.”   ‘Nahêlin ku êşên dayikên me bên dermankirin’   Nuran, di berdewamiya axaftina xwe de got ku bi van êrîşan dixwazin kurdan bêrûmet bikin û wiha pêl da axaftina xwe: “Kurd bi cangoriyên xwe rûmeta xwe dikare biparêze. Kurd ji bo ku yekîtiya xwe nas bike û ji bo ziman, netewa xwe li hember faşîzmê û zordariyê xwe rêxistin bike, bikaribe têbikoşe canê xwe dan. Ji ber wê jî ew gor rûmeta gelê Kurdistanê ye. Dixwazin êş û elemên di dilên dayikên me de zindî bihêlin. Nahêlin ku êşên dayikên me bên dermankirin. Lê çawa di jiyana kurdan de di êrîşên dane destpêkirin de bi ser neketin, ew êrîşên li dijî gorên zarokên me dane destpêkirin jî dê bi ser nekevin.”   ‘Ew cangorî rûmeta me ne’   Nuran, di dirêjiya axaftina xwe de got ku ji bo sibehê bi hev re bi ziman, netew û hebûna xwe azad bijîn zarokên wan canê xwe feda kiriye û wiha domand: “Ji bo azadî û demokrasiyê wan xwe feda kirin. Em îro deyndarên wan cangoriyan in. Divê em bêdeng nemînin. Em xwedî li nirxên xwe derbikevin. Ger ku em xwedî li wan nirxan  dernekevin em ê nikaribin xwedî nirxên pêşeroja gelê kurd jî derbikevin. Ev xetek neteweyî ye. Ew bêrûmetdayînê li ser me ferz dikin. Lê belê ew çi dikin bila bikin ew ê nikaribin eşqa dilê me ya ji bo jiyanê û azadiyê bi dawî bikin û bê wate bikin. Êrîşên ku li dijî gorên mehatine destpêkirin em qebûl nakin û bertek nîşan didin. Ew cangorî rûmeta me ne. Em li hemberî tola li dijî êrîşan bêbersiv nemînin.”   ‘Ew ê di tirsa xwe de bimirin û bifetisin’   Nuran, herî dawî banga xwedîderketina goristanan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çawa ku ji laçikên dayikên me ditirsin li dijî wan bi kîn û nefret êrîş dikin îro bi heman rengî êrîşê gorên zarokên dayikên me jî dikin. Ji temenê 70’ê salan ditirsin ji yên zindî û di heman demê de ji zarokên kurdan ditirsin. Ev têr nake ji goristanên kurdan jî ditirsin. Ew gorên me jî bişkînin û parçeparçe bikin, laşê me belav bikin jî em ê li hember vê zilmê tu carî teslîm nebin. Ew ê nikaribin ji bo azadiya civaka me pêşiya vê têkoşîna me bigirin. Ew ê di tirsa xwe de bimirin û bifetisin.”